Tirkmenên Kerkûkê bi hînceta ji rêjeya ji sedî 32 Tirkmen werin tayînkirin, li ber Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê çalakî kirin. Lê di çalakiyê de dirûşmeya ‘Kerkûk Tirkiyeyî ye’ berz kirin.

   

Li Kerkûkê alîgirên Eniya Tirkmenî li ber avahiya Perwerdeya Kerkûkê çalakî kirin. Di serî de ragihandin ku armanca wan ew e ku li Kerkûkê ji kesên tên tayînkirin ji sedî 32 Tirkmen bin, lê dirûşme û îşaretên di çalakiyê de peyamek din dida. Di çalakiyê de dirûşmeya ‘Kerkûk Tirkiyeyî ye’ berz kirin. Herwiha îşareta nîjadperestiya Tirk (buzkurt) çêkirin.

Herwiha hêk û metareyên avê danîn Rêveberiya Perwerdeyê.

 

ç