Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, piştî dîwarê li ser sînorê bi Rojava re, di bin navê 'tedbîra li dijî gerîla' de niha jî li ser sînorê Îran û Ermenîstanê dîwêr lê dike.
Dewleta Tirk, li ser sînorê Îran û Ermenîstanê sîstema 'Ewlekariya Sînor a Entegre' ava dike, ku ji dîwarê prefabrîk, kûleyên kontrolê, têl û sîstema ronîkirina şevê pêk tê.
Li ser sînorê 911 kîlometreyî yê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de Wezareta Parastina Tirk li 692 kîlometreyê vî sînorî dîwar lê kir. Serokkomarê Tirk Erdogan di axaftina xwe ya 2'ê Hezîranê de got, ew ê temamiya sînorê ji 911 kîlometreyî bi dîwêr bigirin.
Qîma wan bi vê nehat
Wezareta Parastina Milî ya Tirk li ser sînorên Îran û Ermenîstanê jî, ji bo têkoşîna li dijî gerîlayên Kurdistanê dest bi xebatên ji bo lêkirina dîwar kiribû. Agahiya destpêkê ya li ser vê mijarê meha Çile hatibû bihîstin. Hatibû gotin, ku wê li bajarên Erdexan, Qers û Îdirê ku li ser sînorên Îran û Ermenîstanê ne, dîwar were lêkirin.
Yek ji hoparlorên hikûmeta AKP'ê Abdulkadîr Selvî di nivîseke xwe de îşaret bi bandora çalakiyên gerîla kiribû û gotibû, li ser sînorên Tirkiyeyê bi Ermenistan û Îranê re dîwar wê bê lêkirin.
Wezîrê Parastina Tirk Fikrî Işik jî li ser pirseke parlamenterê Stenbolê yê CHP'ê Mahmût Tanal, der barê paqijkirina sînorê Îran-Ermenîstanê ji mayinan de piştrast kir ku li ser sînorê Tirkiyeyê bi Îran-Ermenîstanê re dîwar bête lêkirin.
Îdareya Avahiyên Giştî ya Serokwezaretiyê (TOKÎ) jî dê 144 kîlometroyên pêşî yê vî dîwarî lê bike.
Wisa diyar dibe ku Tirkiye ya ku ji ber çalakiyên gerîlayan bêzar e, hewl dide dora xwe bi dîwaran bipêçe û bi dîwaran tirsa xwe kêm bike.
DÎHABER / ENQERE