Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên wan ji Trabzonê heta Zapê çalakiyên cihê li dar xistine û encama van çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê de agahî dan. Navendê diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de li nêzî gundê Altindere yê Maçkayê ya bi ser Trabzonê li dijî îstasyona bazê gerîlayan çalakiyek li dar xistine û piştî vê yekê wesayîtên bizirx ên ku hatine mudaxelekirinê jî bûne hedefa gerîllayan.
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên wan li Çelê û Şemzînanê li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine û di vê çalakiyê de biqasî hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Di heman rojê de jî di çalakiya li dijî girê Şehîd Zekî yê girêdayî Çelê de leşkerek bi birîndarî ji ber berên gerîlayan filitiye.
HPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku yekîneyên wan di 25’ê Hezîranê de li dijî yekîneyeke veşartî ya di navbera qereqola Velyanê ya Mêzgirê ya Dersimê û gundê Dûtyanê çalakiyek li dar xistiye û 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê leşkeran dev ji gir berdane û ketine qereqolê.
Li Traboznê çalakî
HPG’ê da zanîn ku di 24’ê Hezîranê de yekîneyeke wan stasyona bazê ya li nêzî gundê Altindere yê Maçkayê ya Trabzonê îmha kiriye. Piştî çalakiyê wesayîtên bi zirx ên ku hatine mudaxeleyê bikin di navbera gundên Meryem Ana û Samandorayê bûne hedefa gerîlayan. Di encama çalakiyê de wesayîta bi zirx a Akrep bi qasî 600 metreyan ji kendalê firiyaye binê newalê û ji binî ve îmha bûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên tê de nehatine tespîtkirin.
Artêşa Tirk sivîlan direvîne
HPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku 25’ê Hezîranê hêzên wan li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Canxort ê li Herêma Herekol a Sêrtê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin. û HPG’ê got: “Beriya 10 rojan komekî kontra, cil û bergên hêzên me li xwe kiribûn, bi ser gundê Kevin ê Dihê yê Sêrtê girtibû, welatiyê sivîl ê bi navê Suleyman Şen binçavkirin. Hêzên dijmin xwestin vê bûyerê bixin stuyê hêzên me. Ti eleqeya hêzên me bi vê bûyerê re nîne.”
Li Zapê 6 leşker hatin kuştin
HPG’ê daxuyand ku çalakiyên li hemberî operasyona artêşa Tirk a dagirker a ku di 16’ê Hezîranê de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Têkildarî van bûyeran de HPG’ê got: “Di 25’ê Hezîranê de hêzên me li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker a li Qela Bedewê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me ji nêz ve li dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Dîsa di heman rojê de di saet 14.20’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
ANF/BEHDÎNAN