Ji bo T.T´yê 18 salî yê mexdûrê îşkenceya Pozantiyê, ku der barê bûyerên tecawûz û êşkenceya li dijî zarokên kurd ya li Girtîgeha Pozantiyê de agahî dabû çapameniyê, ji ber 6 tewanbariyên cuda, bi dawxaza 40 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Di îddîanameyê de T.T. bi îdîayên “endamtiya rêxistinê”, “li hemberî zagona xwepêşandan û meşê rabûye”, “ziyan daye malê gelemperiyê”, “propagandaya rêxistinê”, “li hemberî polîsan li ber xwe daye” û “bi navê rêxistinê sûc kiriye” tê tawanbarkirin. Delîlên di îddîanameyê de jî, ji îfadeyên polîsan dîmenên kamerayên mobbese û wêneyên wî yên hatine kişandin pêk tê. Rûniştina doza li T.T. hat vekirin, wê di 8’ê Gulanê de, li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk were.

Rewşa wî ne baş e
Parêzerê T.T. Tugay Bek der barê rewşa wî de agahî da û destnîşan kir ku di warê psîkolojîk de rewşa T.T. ne baş e. Parêzer Bek got; “Divê miwekîlê min bi awayeke serbest bê darizandin, rewşa wî ya derûnî ne baş e. Li Nexweşxaneya Derûnî û Sinir a Edeneyê dihat dermankirin. Ji ber ji nexweşxaneyê ne qayîl bû, dermankirina wî ya li vir nîvçe ma."
Parêzer Bek diyar kir ku ne mimkûn e ku T.T. li girtîgehê were dermankirin û xwest muwekkîlê wî bi awayekî lezgîn serbest were berdan. Parêzer Bek weha got: "Ti sedemeke ku divê bi awayekî girtî were darizandin nîne. Hemû daxwazên me yên serbestberdanê ku ji bo rewşa wî ya psîkolojîk me kiribûn hatin redkirin.Di rûniştina dadgehê de emê careke din bi raporên nexweşxaneyê serlêdanê bikin.
Prz. Tugay Bek diyar kir ku wî herî dawî roja yekşemê hevdîtin bi miwekîlê xwe re pêk aniye û got; “Gava min hevdîtin bi miwekîlê xwe re pêk anî, rewşa wî ne baş bû. Her çendî dixwest bikeve qawişa siyasiyan, lê rêveberiya girtîgehê ew avêtiye nava yên girtiyên serbixwe. Vê yekê wî aciz kiriye. Diyar dike ku ji ber wî behsa pêkanînên li Pozantiyê kiriye, bi vê pêkanînê re rû bi rû maye hatiye girtin.”
TT, piştî hovitî û îşkenceya li Pozantiyê vegot, hat girtin, di girtîgehê de hewl da xwe bikuje, ji ber vê yekê ew rakirin nexweşxaneyê û li wir jî rastî êrîşa girtiyên edlî hat.

Li Wezarêta Dadê serlêdan kirin
Serokê Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) yê Şaxê Edene Osman Kara jî diyar kir ku ji bo T.T li derveyî girtîgehê were dermankirin, bi awayekî nivîskî serî li Wezareta Dadeê dane. Kara weha got: "Me daxwaz kir ku heyetên serbixwe rewşa T.T. lêkolîn bikin û wî derman bikin. Me weke Wakfa Mafê Mirovan a Tirkiye, Odeya Tabîban a Edene û ÎHD diyar kir ku em dermankirina wî digirin ser xwe. Lê heta niha ji me re ti bersîv nehate dayîn. 

EDENE