Şervanê YPG´ê yê Ukraynayî Sjoder Heeger, ku berê di şerê Donbassê yê di navbera Ukrayna-Rûsyayê de cih girtibû û niha di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire. Wî got, şerê Donbassê şerê desthilatdariyê, yê Reqayê jî yê azadiyê ye. 

Di çarçoveya pêngava 4'emîn a Operasyona Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bajarokê Hemrat Nasrayê yê bi qasî 4 kîlometreyan dûrî bajêr jî ji DAIŞ'ê paqij kir. Şervanên ku ji du milan ve ber bi bajêr ve diçin, niha nêzî Bendava Azadiyê ya ku li başûrê rojavayê bajêr e, jî bûne. Di navbera şervanan û bendavê de 2 kîlometre mane. Di vê operasyonê de şervanê Ukraynayî Sjoder Heeger (Baran Sason) ê ku di şerê ku di navbera Ûkrayna-Rûsyayê de jî cih girtibû, cih digire. Sason, dest nîşan kir ku ev şerê niha li dijî DAIŞ'ê tê kirin, ji şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê de cuda ye. Sason, got, mebesta şerê wir desthilatdarî bû, lê şerê ku li dijî DAIŞ'ê tê kirin şerê azadiyê ye. 

Sason, diyar kir ku ji ber ku baweriya wî ew e ku di şer de pûrtên kevokan şans tînin, wî ev kumê hanê xistiye serê xwe. Sason, da zanîn ku ew 6 meh berê hatiye xaka Rojava û Bakurê Sûriyê. Sason dixwaze piştî şer jî li Rojava bimîne û vê jiyana ku nû nû bi pêş dikeve nas bike. Sason, diyar kir ku ew di nav şervanan de hînî Kurdî dibe. 

Sason wekî din dest nîşan kir ku ji roja hatiye qet netengijiye, lewma ew xwe aîdî vir hîs dike û wiha axivî, "Hevalan alîkariya min kir. Heta dikarim vê bibêjim ku ji jiyana min a berê rihetir e. Bi saya hevalan hînî Kurdî dibim. Ji bilî vê hînî jiyana hevpar jî dibim."  Herî dawî Sason, anî ziman ku Reqa paytexta DAIŞ'ê ye, ji ber vê şerê li wir dê bibe şerekî mezin û giran. Sason, got, ev rewş dê ji bo wî jî bibe ezmûnek û ew ê nîşanî hemû cîhanê bidin ka li wir çi dikin û çi nakin. 


NAZIM DAŞTAN/DÎHABER / REQA