ROBÎN GULADAWIYA


Misirnasê Ingilîz Howard Carter sala 1922´yan tirba yek ji navdartirîn firewnê Misrê Tûtanxamûn vedît. Ji hingê jî gelek wêne mane ku wê kêliyê bi xwe belge dikin. 

Tutanxamûn li odeyeke li gorî meqamê xwe têra xwe piçûk hatibû veşartin. Muhtemel e ku kes li benda mirina wî nebû, dema miriye. Ango dem çênebûye ku jê re tirbeke mezintir bête çêkirin û mûmyaya wî li tirbeke ji bo kesekî din çêkirî hatibe veşartin. Ev ê jî wê çavdêriyê bi parêze, ya rêûresmên 70 rojên di navbera mirinê û veşartina mûmya de.

Hîna li cihê xwe ye

Sala 1915an George Herbert, 5. Kontê Carnarvonê, fînansor û destekvanê projeya dîtin û derxistina tiba Tutanxanûn li Geliyê Melikan, wezîfeyê dide arkeolog Howard Carter da ku lêkolînê bide destpêkirin. Piştî lêkolîneke sîstematîk Carter Çiriya Paşîn a salal 1922´yan cihê tam ê tirba Tutanxamûn vedît.

Mûmyaya Firewn Tutanxamûn hîna di tirba xwe ya li Geliyê Melikan de ye. 4´ê Çiriya Paşîn a sala 2007´an ango 85 salan piştî vedîtina tirbê, mûmyaya Tutanxamûn ê 19 salî mirî, birin li Luxorê goreke binerd; hingê ew ji tabûta wî ya zêrîn derxistin û di qutiyeke hewaya wê kontrolkirî de bi cih kirin. Sedem jî ew bû ku hêwîbûn û germahiya ji ber serdana tûrîstan xirabûn û ji hevdeketina mumya bi lez dikir. 

Di serdemên kevnar de kefendiz

Bi qasî hatiye tesbîtkirin, di serdemên kevnar de tirba wî herî kêm du caran hat talankirin, lê belê li gorî tiştên hatine dizîn (di navê de rûn û miskên zû xira dibin jî) û delîlên restorasyona tirbê nîşan didin ku ev kefendiz piştî veşartina mûmya di nava çend mehan de pêk hatine.

Bi demê re paşê cihê tirbê wenda bûye, bi blokên kevir ên ku ji tirbên din ketine yan jî lehiyê bi ser de anîne. Di salên piştre de ji bo karkeran hin holik lê devê wê hatine avakirin û eşkereye kesî nedizanî ka çi tê de heye. Dema dawî li xanedana 20´an hat, êdî Geliyê Melikan bi awayekî sîstematîk ji hev hat xistin û cihê gorê jî wenda bû ji ber ku zanîna li ser wê hat jibîrkirin û navê firewn bi xwe jî nema.

Mala îsreheta dawî ya Tutanxamûn

Di gorê de 5 hezar û 398 parçe tişt hatin dîtin, di nava van de tabûta zêrîn, maskeyên rû, textê melik, kevan, borezan,  qedeheke nilûfer, xwarin, şerab, kiras û binkirasên paqij jî hene. Howard Carter deh salan li ber xist heta ku ev eşya hemû sinifandin. Analîzên dawî nîşan didin ku xencereke bi Tutanxamûn re hatî veşartin xwedî devekî hesinî ye ku ji meteorîtekê hatiye girtin. Lêkolîna van eşyayan û hunera ew pê hatine çêkirin jî ji bo fêmkirina wê serdemê di qîmeta gencîneyê de ne.

Eşyayên veşartina Nefertîtî ji nû ve hatine bikaranîn

Li aliyê din ablkêşe ku hin objeyên di veşartina Nefertîtî de hatine bikaranîn, ji nû ve di ya Tutanxamûn de jî hatine bikaranîn. Li gorî  Nicholas Reeves hema hema ji sedî  80´yê tişt û eşyayên di tirba Tutanxamûn de ji merasîma veşartina firewna jin Nefertîtî hatine girtin. Di nava van de maskeyê meşhûr ê zêrîn û xişirên qraliyetê jî hene. Nefertîtiya ku bi eslê xwe ji Waşûkaniyê, piştî mirina mêrê xwe yê firewn bûbû firawûna jin.

Sala 2015´an Reeves delîlên wê yekê weşandin ku nîşan didin li ser maskeyê meşhûr ê zêrîn ê Tutanxamûn “Anxeperure mery-Neferxeperure” (Ankheperure ya ku evîna Axenaten e); ji ber vê jî maske destpêkê ji bo Nefertîtî, melikeya sereke ya Axenaten, ku bi pirranî navê qraliyetê yê Anxeperure tercîh dikir piştî ku li ser mirina mêrê xwe muhtemelen bû firewna jin.