Cîgirê Serokê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Barzanî Musa Ehmedî piştre çû serdana Şaredarê Wanê Bekîr Kaya. Ehmedî têkîldarî alîkariyê agahî da û got ku ew êşên mexdûrên erdhejê parve dikin û ji bo ku hemû derfetan bixin xizmetê jî amade ne. Ehmedî destnîşan kir ku bi 113 TIR'an 200 konteynir anîne û wiha got: "Em dizanin ev alîkarî dê bigîhîjin cihê xwe. Ji ber vê yekê jî daxwaza me ew e ku 200 konteynir jî li heman qadê bên bicihkirin." Şaredar Bekîr Kaya jî ji bo serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew ê ji bo ku ev alîkarî ji bo armanca xwe bên belavkirin dê bişopînin. Kaya bilêv kir ku ji ber erdhejê 600 hezar kesan zirar dîtine û 300 hezar kes jî zivistanê dê nikaribin li malên xwe bimînin. Kaya da zanîn ku piştî erdhejê ji Wanê her roj koçberî çêdibe û wiha axivî: "Mirovên me yên ku diçin bajarê nêz, piştî ku hewa germ bibe dê vegerin lê yên ku çûn metropolan piraniya wan dê venegerin." Kaya derbirî ku ji bo welatiyên vê derê hikûmetê hê jî nexşeriyak diyar nekiriye û welatî hê jî li çadiran dimînin.
DÎHA /WAN