Davutoglu ew teftîş kiribûn
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ji 5 cerdevanên girtî nasnameya yekî eşkere kir. Herçiqasî bibêje, ew cerdevanekî Kurd e jî ew ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cihê kir û destnîşan kir ku ew cerdevanekî dewleta Tirk e.
Ya rastî, hewldana Rûdawê û rewşa wê ya şerpeze mîna kesê di ser sûc de hatiye girtin tê fêhmkirin. Ji ber ku Pêşmergeyên Roj tê zanîn ji aliyê kê ve hatine perwerdekirin û têne xwedîkirin. Serokwezîrê demê yê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu serdana van cerdevanên bi navê pêşmerge kiribû û perwerdekirina wan (belkî ya rastî kedîkirina wan) teftîş kiribû.
Cerdevaniyeke pirralî
Li gorî hinek çavkaniyên pêbawer; Artêşa Lîbyayê ya Neteweyî her pênc cerdevanên bi navê Pêşmergeyên Roj xistine ber lêpirsînê û mikurhatinên wan dane Hukûmeta Herêmê ya Kurdistanê û ji wan îzah xwestine û pirsîne: hûn çima van kesan li dijî me dişînin wê herêmê?
Cerdevanên em qala wan dikin, bi awayekî fermî li Efrînê jî li dijî Hêzên Rizgariya Efrînê şer kirin. Dîsa heman cerdevan in, li Wertê li dijî Tevgera Azadiyê ya li Qendîlê tevdigerin. Ev cerdevaniya herêmê, ne tenê di warê eskerî û ragihandinê (Rûdaw) de her weha di warê aborî û bazirganiyê de jî tevdigere. Di dema boykotkirina malên tirkî ya li Başûr de eşkere nerehet bûbû. NAVENDA NÛÇEYAN Ji Wertê heta Lîbyayê cerdevaniya navneteweyî
Ji Wertê heta bi Efrîn, Idlib û Lîbyayê şebekeya çeteyan a dewleta Tirk û di nava wê de cihê cerdevanên Kurd tê guftûgokirin.
Li Lîbyayê 5 cerdevanên Kurd ên bi navê Pêşmergeyên Roj hatin girtin û yek ji wan eşkere ket ber jêpirsînê. Lê kanala TV ya Rûdawê ku navê wê bi istîxbarata Tirk re tê hildan, bi hewldaneke mezin, bi keft û lefteke nedîtî dixwaze îsbat bike ku ew kes ti têkiliya xwe bi PDK û pêşmergeyan re tineye. Heman Rûdawê di bombardûmankirina Mexmûrê de digot, “Baregeha PKK'ê ya li Mexmûrê tê bombardûmankirin” Bi vê jî careke din ji hezar caran îsbat dibû ku Rûdaw ji kê û çi re xizmetê dike.
Davutoglu ew teftîş kiribûn
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ji 5 cerdevanên girtî nasnameya yekî eşkere kir. Herçiqasî bibêje, ew cerdevanekî Kurd e jî ew ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cihê kir û destnîşan kir ku ew cerdevanekî dewleta Tirk e.
Ya rastî, hewldana Rûdawê û rewşa wê ya şerpeze mîna kesê di ser sûc de hatiye girtin tê fêhmkirin. Ji ber ku Pêşmergeyên Roj tê zanîn ji aliyê kê ve hatine perwerdekirin û têne xwedîkirin. Serokwezîrê demê yê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu serdana van cerdevanên bi navê pêşmerge kiribû û perwerdekirina wan (belkî ya rastî kedîkirina wan) teftîş kiribû.
Cerdevaniyeke pirralî
Li gorî hinek çavkaniyên pêbawer; Artêşa Lîbyayê ya Neteweyî her pênc cerdevanên bi navê Pêşmergeyên Roj xistine ber lêpirsînê û mikurhatinên wan dane Hukûmeta Herêmê ya Kurdistanê û ji wan îzah xwestine û pirsîne: hûn çima van kesan li dijî me dişînin wê herêmê?
Cerdevanên em qala wan dikin, bi awayekî fermî li Efrînê jî li dijî Hêzên Rizgariya Efrînê şer kirin. Dîsa heman cerdevan in, li Wertê li dijî Tevgera Azadiyê ya li Qendîlê tevdigerin. Ev cerdevaniya herêmê, ne tenê di warê eskerî û ragihandinê (Rûdaw) de her weha di warê aborî û bazirganiyê de jî tevdigere. Di dema boykotkirina malên tirkî ya li Başûr de eşkere nerehet bûbû. NAVENDA NÛÇEYAN