Weşanên J&J sisê jê helbest û yek roman 4 berhemên nû çap kirin.  Romana “Pêjna Baranê” ya Kamran Simo Hedilî, helbesta “Zarokên Rûqemer” a Rûgeş Egîd, pirtûkên helbestan ên bi navê “Çîroka Emrê Min” û “Demsalên Şikestî” yên Nezahat Dogan bi rêya J&J´yê li pirtûkên bi Kurmanciyê zêde bûn.     

Pêjna Baranê

Nivîskar û helbestvan Kamran Simo Hedilî, romana xwe ya nû weşand. Romana bi navê Pêjna Baranê ji weşanên J&J derçû. Çend beşên romanê beriya niha di rojnameya me de jî hatibûn weşandin. Romana Pêjna Baranê berê xwîneran dide rabihuriya Zîro yan jî Serdar. Her çi qasî dêhnê vegotina serpêhatiya mirovekî li romanê bikeve jî, di heman demê de ew behsa aliyên balkêş ên serdemeke gelekî girîng dike. Ev serdema em behsa wê dikin jî hîna bi awayê xwe yê herî dijwar heye, diqewime. Têkoşîn, evînî, dildarî, hevalbendî temayên sereke ne di romanê de. Herçî jiyan e, ew bi xwe bi zimanekî helbestî hatiye pênasekirin.

Demsalên Şikestî

ji bo pirtûka Nezahat Dogan a bi navê Demsalên Şikestî, Încîl Selçûk a ji Nederlandê dibêje; “Ev pirtûk qêrîneka bê deng ya ji dilê jinekê ye ku tevahiya temenê xwe di mişextî û koçberiyê de derbas kiriye. Helbest bi tevahî serpêhatî û xeyalên nîvco mayî ne. Helbest bi dilekî ciwan, bi peyvên resen hatine honandin. Gava mirov rêzikên Helbesta Nezahet Xanê dixwîne mirov baştir tê digihîje ka çawa bindestî, bêwelatî dikare hemû jiyana mirovan ser û binî hev bike. Helbestvanê bi tevahî hestên xwe yên jinane guvaştine ser rûpelên vê pirtûkê.”

Çîroka Emrê Min

Ji bo pirtûka helbestvanê ya bi navê Çîroka Emrê min jî, Newaf Mîro ji bajarê Elmanyayê Hamelnê wiha dinivîse: “Di peyvên helbestên Nezahat Xanê de, henûniya jinên Kurd û zarê wan ê şîrîn û reseniyeke xwerû heye. Ew ne tenê welatê tixûban, mirovên parçên temenê xwe li ser tixûba terxankirî tîne ziman. Min gotibû; Mêr gava helbestan dinivîsîne, dibe helbestvan. Jin bi xwe helbest e, bedewî ye gava hunerî diafirîne, helbestê dinivîsîne, dibe stêrk.”

Zarokên Rûqemer

Weşanxane, pirtûka helbestan a Rûgeş Egîd a bi navê Zarokên Rûqemer jî bi helbesteke ji pirtûkê dide nasîn:

Di kîjan heyaman de bû

Ez bibûm mêvanê te

Ji wê rojê û pê ve

Dem sekinî

Roj qerimî

Û dilê min ma

Di hembêza bişirîna te de

Ku evîna me ji te pirs kirin

Bêje stêrkên şeva Leyletulqedrê

Şahidên me ne...

AMED