Pirtûka ku Cemşîd Çîftçî amade kiriye biwêne û bireng e. Pirtûk bi sîstema dengan xwedînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî dihundirîne an bi vî dengî dest pê dike dide û dixwaze xwendekar an zarok navê wêneyan li binê wan binivîse û bixwîne. Di nava dana dengan de dana kîteyan jî heye. Kîteyên ku bi dengekî dest pê dike an jî bi dengekî diqede hatine dayîn. Paşê kîte hatine ba hev û ji kîteyan peyv-peyvên biwate an bêwate- hatine sazkirin. Zarok an mezinên ku kêm-zêde tîpan nas dikin, karin bs vê pirtûkê di demeke kurt de hînî bilêvkirina dengên Kurdî û xwendina Kurdî bibin. Nivîskarê pirtûkê Cemşîd Çîftçî ku di sala 1969’an de li Licê hatiye dinê niha li Amedê dijî û ev pirtûka li ber dest pirtûka wî ya yekemîn e.
AMED