
Bi hezaran kesî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk ya xaka Efrînê berê xwe da sînorê di navbera kantonê û Bakurê Kurdistanê de.
Bi hezaran şêniyên navaçeyên Mabeta, Reco û Bilbilê yên Kantona Efrînê doh berê xwe da gundê Sorkê ya navçeya Reco ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û dagirkirina xaka Rojava şermezar kir.
Gel al û sembolên Kurdî hilgirtibûn û li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a zeviyên gundê Sorkê, qutkirina 600 darên zeytûnan û 300 darên hinaran, nerazîbûn nîşan da.
Welatiyên kantonê wê li ser sînor mitîngekê organize bikin û kiryarên Tirkiyeyê şermezar bikin da ku dagirkeriya xwe ya xaka Rojavayê Kurdistanê rawestîne.
Di 15`ê Cotmehê de eşkerên Tirk mayîn ji ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê rakirin û ketin nava xaka Rojava.
ANHA / EFRÎN