Li Holê û li Til Hemisê xelkê herdu navçaeyan bi çalakiyên girseyî dagirkeriya dewleta Tirk a Rojava û Bakurê Sûriyê şermezar kir. Çalakgeran berxwedana QSD´ê jî silav kir.

Bi hezaran şêniyên herêma Holê ya ser bi Hesekê, kom bûn û dagirkeriya Tirkiyeyê ya xaka Sûriyê şermezar kir.

Meşvanan alên QSD, YPG, YPJ, TEV-DEM hilgirtin, her wiha pankartên li ser wan nivîsandî ʺEm dagirkeriya Tirkiyê/Erdogan û destdirêjiya wê red dikinʺ, ʺNa ji dagirkeriya Tirkiyeya Faşîst reʺ, ʺJi 400 salên derewên Tirk re beseʺ, ʺBijî Pêngava Xezeba Firatêʺ, Erdogan = DAIŞʺ e hilgirtin.


Tirkiye parastina terorê dike

Çalakgeran ji ber Mizgefta Mezin a li navenda Holê dest bi meşê kir û li meydana Navenda Perwerdehiyê ya Holê kom bûn.  Li vir li ser navê şêniyên bajarokê Holê Xelîl Numan axivî û destdirêjiya Tirkiyeyê û nexasim li dijî xaka Rojava û Herêmên Şehba şermezar kir û got: ʺDewleta Tirk hewl dide bi rêya êrîşên xwe û bi hinceta parastina sivîlan xaka Sûriyeyê parçe û dagir bike, lê di rastiyê de ew parastina terorê dike.ʺ

Numan pişrgirî û alîkariya xelkê Holê bi QSD û Pêngava Xezeba Firatê jî da zanîn. Di meşê de her wiha koçberekî ji Îraqê jî axivî û got, hêzên QSDʹê ew himbêz kirine û spasiya hêzên QSDʹê kir.


Hêrsa xelkê Til Hemîsê zêde dibe

Bi sedan şêniyên bajarokê Til Hemîsê jî doh danê sibê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Rojava û Bakurê Sûriyê û êrîşên wê li dijî herêmê, meşiyan. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ala TEV-DEM`ê û pankartên li ser wan nivîsandî “Rizgarkirina Reqa misogeriya federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê ye”,”Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Efrîn, Ezaz û Bakurê Sûriyê şermezar dikin” hilgirtin.

Di çalakiyê de endama Rêveber a Kongreya Star a bajarokê Til Hemîsê, Finse Hisên axivî û dagirkirina Tirkiyê ya axa Rojava û Bakurê Sûriyê û êrîşên wê li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.

Bi navê pêkhateya Ereb li herêmê, Hisên El-Sade jî gotinek kir û got: "Ji erka me ye ku parastina hemû pêkhateyan bikin, ji ber ku çarenûsa me yek e. Erdogan balafirgeh û sînorên xwe li pêşberî hezaran terorîstan vekir û destûr da ku komên terorîst derbasî axa me bibin û komkujiyan pêk bînin. Ji ber vê yekê jî em ê li hemberî dagirkeriya wan derkevin û li ber xwe bidin."

Welatiyan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anî. 

HESEKE / TIL HEMIS