Ji xetên besît fotografan çêdike
Bernameyeke Aqlê Çêkirî (AÇ) ji xêzkirina rûyên mirovan dikare fotografan çêke. Yanî ev bername xêzên besît ên rûyên mirovan terîf dikin, vediguherîne fotografan. Ji bo vê AÇ´yê ti hunerê taybet jî ne lazim e.
Lin Gao û hevalên wî yên li Akademiya Zanistê ya Çînê li Pekînê ew algorîtma bipêşxistin ku dikare di cih de xetên besît ên sereke yên xêzkirî biqulibîne fotografên portreyî yên bi rastî. Axir muhtemel e ku bername bi kêra polêsan bê gava ku hinek sûcdarekî terîf bikin, ew ê karibin bi vê bernameyê fotografan amade bikin. PEKÎN