DANA OMER

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Mamoste Umêd Qeredaxî: Di naveroka vê lihevkirinê de çi heye ne diyar e. Gaz û nefta Herêma Kurdistan di destê PDK’ê de ye. Beşek mezin a dahata ji gaz û neftê li Hikûmeta Herêmê venagere.

Mamosteyê zanîngehê û pisporê beşa aboriyê Umêd Qeredaxî li ser têkiliyên aborî yên dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) axivî û got, "Lihevkirinek 50 salan di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de heye, ji ber ev lihevkirin veşartî ye û agahiya welatî û parlamentoya Herêma Kurdistan jê nîne, em dikarin bibêjin, ev peyman di navbera Tirkiye û PDK’ê deye.”

Pêwendiyên aborî yên dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê, mirov dikare bibêje, ne pêwendiyeke navdewletî ye, bileksê vê pêwendiyeke hizbî ye. Ev her hizb jî AKP û PDK ye.    

Wekî mînak; kaniya peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, veguhestina bazirganî ya di sînorê Îbrahîm Xelîl re tê. Ji ber ku deriyê Îbrahîm Xelîl dikeve herêma PDK’ê, dahata wê jî ji bo PDK’ê ye.

Dahat hemû ji bo PDK’ê ye

Li gorî Cîgirê Serokê Yekitiya Kirrîn û Firotinan yê Herêma Kurdistan Şêx Eta Mihemed, salane 10 milyar dolar kirrîn û firotina bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de heye. Ev bazirganî jî hemû di rêya deriyê Îbrahîm Xelîl re tê kirin. Yanî feydeyê deriyê Îbrahîm Xelîl û vê dahatê hemû ji bo PDK’ê ye. Ev ji bilî bazirganiya di rêyên hewayî û rêyên din de ye.

Peymana 50 salan a neft û enerjîyê

Ji xeynî bazirganiya ser sînor ji bo neftê û enerjiyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan de peymanek ji bo 50 salan hatiye îmzekirin. Derbarê vê peymanê de ti zanyarî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistan nehatiye belavkirin. Ev jî bi xwe re gumanan çêdike. Di naveroka vê lihevkirinê de çi heye ne diyar e. Gumana li hevkirineke veşartî ya di navbera PDK û Tirkiyeyê de heye. Ji ber ku gelek caran YNK ku bi xwe jî cihê xwe di nava Hikûmetê de digire, diyar kiriye ku agahiya wê ji lihevkirina 50 salan ya bi Tirkiyeyê re tineye."

Ji bo Hikûmeta Herêmê venagere

Li ser van lihevkirinan û têkiliyên aborî yên her du aliyan mamostayê zanîngehê û pisporê aboriyê Umêd Qeredaxî axivî. Qeredaxî bal kişand ser gaz û nefta Herêma Kurdistanê û got; “Gaz û nefta Herêma Kurdistan di destê PDK’ê de ye. Beşek mezin a dahata ji gaz û neftê li Hikûmeta Herêmê venagere. Belgeya vê jî ew e ku di dema borî de wezîrê aborî serdana Tirkiyeyê kir û ti pereyek li ser hejmara bankê ya Herêma Kurdistan nebû.”

Di navbera Tirkiye û PDK’ê de ye

Qeredaxî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina 50 salan a di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de jî û wiha pêde çû; “Lihevkirinek 50 salan dinavbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de heye, ji ber u ev lihevkirin veşartî ye û agahiya welatî û parlamentoya Herêma Kurdistan jê nîne, em dikarin bibêjin ev peyman di navbera Tirkiye û PDK’ê de ye.”