Welatiyên ku daxwazên wan ji aliyê şaredariyê ve nehatin qebûl kirin, piştî keraseta erdhejê serî li AFAD'ê dan û ji bo axûrên xwe yên di erdhejê de xerabûn ji nû ve çêkin kredî xwest. Lê vê carê jî AFAD serlêdana welatiyan a ji bo axûran bi hinceta ku herêma ku lê niştecih in, dikeve nava sînorên niştecihiyê ye red kir.
Welatiyê bi navê Omer Sayiner bertek nîşanî van pêkanînan da û diyar kir ku bi salan e bi hinceta ku herêma ku xaniyên wan lê hatiye avakirin ne di nava sînorên niştecihiyê ye xîzmetê nadin wan wiha got: " Dema ku me serî li AFAD'ê da û ji bo axûrên ku di erdhejê de xerabûn kredî xwest, vê gavê herêm xistin nava sînorên niştecihiyê. Armancek tenê ya vê pêkanînê heye, ew jî piştgirî nedin wan. Şaredarî heta niha tu xîzmet nedaye vir. Hemû der di nava qir û qalan, sergoyan maye. Şaredarî dibêje ev der ne cihê niştecihiyê ye ji ber vê yekê ez xîzmetê nadim, AFAD jî dibêje ev der cihê niştecihiyê ye ez kredî nadim. Naxwazin alîkariya me bikin. Bi vê pêkanînê dixwazin mirovan di nava xizaniyê de bihêlin. Ev nêzikatiyekî dijminatiyê ye."

'Em ê doza mafê xwe bikin'
Welatiyê bi navê Halîs Çelîk jî derbarî nêzîkatiyên AFAD û şaridariyê nêrînên xwe anî ziman û bertek nîşan da. Çelîk diyar kir ku serlêdana wî ya AFAD'ê nehatiye qebûl kirin û piştî erdhejê dewlet wan carekî din mexdûr kiriye. Çelîk anî ziman ku ji bo alîkariyê nedin wan cihê ku lê niştecih in, xistine nava cihê nişticihiyê û bilêv kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê dê doza mafên xwe bikin û serî li darazê bidin. Çelîk wiha got: "Debara me tenê li ser xwedîkirina heywanan e. Lê niha axûrên me xerabe ne, em zehmetiyan dikişînin. Dewlet piştî erdhejê kerasetekî din bi me da jiyandin. Ev îşkence ye."

WAN