Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê û 1’ê Mijdarê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP’ê li Erdexanê 13 hezar deng stend. Li wir her ku dengê HDP’ê zêde dibe, zext û zordariya lê tê kirin jî zêde dibe.

Li gel ku HDP li gorî qanuna Tirkiyeyê partiyeke legal e û di hilbijartinên dawî yên 24´ê Hezîranê de bû partiya sêyemîn jî, dewleta Tirk bela xwe ji dildar, endam û rêvebirên wê venake. Delîla vê yekê Erdexan e ku dewleta Tirk li wir li HDP’yiyan hatiye xezebê. Li Erdexanê rayên HDP’ê 13 hezar in lê di sê salên dawî de ji HDP ya Erdexanê 2 hezar kes hatine binçavkirin û 300 jê hatine girtin. Êdî wer bûye ku li Erdexanê HDP’iyek nemaye ku nehatiye girtin û neçûye qereqolê û îfade nedaye.

Qirkirina siyasî çi ye?

Bûyerên ku li Erdexanê ku jixwe bajerekî biçûk e diqewimin, têgeha ‘qirkirina siyasî’ çi ye, bi me dide fêhmkirin. Erdexan li bakurê herêma Serhedê ye. HDP’ê li vî bajarê biçûk, di hilbijartinên dawî de rêjeya dengê xwe gelekî zêde kir. Li Erdexanê ku nifûsa xwe 97 hezar e, hejmara dengdêrên xwe 60 hezar e. Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê û 1’ê Mijdarê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP’ê 13 hezar deng stend. Li Erdexanê her ku dengê HDP’ê zêde dibe, zext û zordariya lê tê kirin jî zêde dibe.

Karê hakim û dozgeran pir e!

Tenê sala 2018’an 150 kes hatin girtin. Di sê salên dawî de 2 hezar kes ji ber sedemên siyasî ketin ber dozê. Niha nêzî 300 dosyayên “endametî û propagandaya rêxistinê” li ber destê dadgehan in û li benda biryardanê ne.

Politikayeke taybet heye

Parêzerên Baroya Qersê diyar kir ku li Erdexanê li dijî Kurdan polîtîkayeke taybet heye. Parêzer bi bîr dixin ku Erdexan hem bajarekî li ser sînor e, hem jî ji aliyê etnîsîteya xwe ve kozmopolîtîk e, lewma polîtîkayeke taybet lê tê meşandin.

Heçî deng dabe HDP´ê sûcdar e!

Parêzeran got, “Erdexan bajarê gelan e. Ji ber ku gelên li bajêr bi awayekî hevgirtî tevdigerin, hikumeta AKP’ê gelekî aciz e. Lewma hiqûq ji holê rakir. Li Erdexanê hema bêjin her kesên ku deng dane HDP’ê sûcdar hatine îlankirin. Piştî ku mirovên deng dane HDP’ê tên tespîtkirin, bi rengekî belasebep tên destgîrkirin. Dadgeh bi fermanê dixebitin. Di vê mijarê de me hemû îtirazên xwe yên hiqûqî kirin, lê em dikin nakin nikarin ji astengiyan derbas bibin.”

Piştî 24’ê Hezîranê jî nesekinî

Parlamenterê berê yê HDP’î Selamî Ozyaşar ku li Erdexanê wextekê karê hilbijartinê kir, anî ziman ku li Erdexanê her kesê siyasetê dikie hatiye girtin; doz li hemû rêveberên HDP û DBP’ê hatiye vekirin. Ozyaşar got, “Piştî encamên hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî zextan dewam kir. Gel nekarîbû karê hilbijartinê jî bike. Her kesên ji bo hilbijartinê xebitîn hatin destgîrkirin. Di bin navê ‘operasyonên medya civakî’ de welatî timî tên destgîrkirin. Xebatkareke/î HDP’î nîne ku neçûye qerqolê û îfade nedaye.”

 

ANF/ERDEXAN