‘Ez ji bo alikariya yekîtiyê hatim vir’
Xwendevanê zanîngeha Bogazîçiyê Yasîn Duman, di pola 3'yemîn a beşa derûniyê de dixwîne. Duman, diyar kir ku ew bi komeke havalên xwe re hatiye. Duman got; “Armanca hatina me vir ji bo birînê gelê Wanê li gor xwe em bi pêçin hatine virê. Ya sereke em dixwazin ji bo zarok û jina di bin konê perwedehiyê de bibin alîkar.” Duman, bilêv kir ku birînê welatiyê Wanê zû bi zû rehet nayê pêçan ji bo yekîtiya Kurdan çi bibe ew hatiye ji gelê xwe re bibe moral. Duman, anî ziman ku ji bo pêvajoya erdhejê her kes li Wanê û gelê wê xwedî derkeve û wiha axivî: “Divê Kurd xwe bikin yek û di her bajarî de bi xebitin ji bo ku ji gelê Wanê re bibin alîkar û derman.”
Wendevanê Zanîngeha 19 Mayisê ya Samsunê Sîbel Yilmaz, a ku beşa Wêjeyê dixwîne ev hefteyeke hatiye Wanê. Yilmaz, destnîşan kir ku ew ji bo bi dilxwazî tevlî karwanê dilxwaza bibe hatiye vir û got; “Ez va hefteyeke hatim vir. 5 rojin ji bo em pirsgirêkên heyî tespît bikin em anket dikin. Di nav anketan de daxwaz xwarin, vexwarin, li xwe kirine û amûrên germ kirinê ne. Dibêjin tenê xwediyê me Kurdin ew li me xwedî derdikevin.” Yilmaz, xwest ku her kesê xwedî wijdan were li gel xwedî derkeve û destê alîkariyê bigîhîne Wanê.
‘Tu derd û birîn nehatine dermankirin’
Wendevanê Zanîngeha 19 Mayisa Samsunê yê beşa derûniyê Baran Avcî jî destnîşan kir ku hevalê wî jê re gotine alîkarî bi xebata dilxwazî heye û li ser rojnameya xwendiye biryara hatina xwe Wanê daye. Avcî, anî ziman ku pêdivî bi xwarin, betenî tendûristî heye û wiha axivî: “Li vir gelek kêmasî hene. Ez ê mehekê li vir bi sekinim. Bi taybetî ez ê li ser rewşa psîkolojiya zarokan bixebitim. Dîsa di aliyê din da çi bikeve ser milê min ez ê ji bo gelê birîndar bixebitim.” Avcî, bibîr xist ku dema ew li nav taxan digerin gelek bi kêmasiya re rûhev dimînin û wiha berdewam kir: “Bajar veguheriyê kavilê. Welatî dibêjin em di bin tirs û fikarên erdhejê de ne. Henek jî dibêjin em di aliyê aborî û xwarinê de perîşan bûne.” Avcî, herî dawî li hemberî hikûmetê bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Hikûmet dibêje pirsgirêkên li Wanê hatine çareserkirin. Lê gel perîşan bûye.”
DÎHA/WAN