Çalakiyên Hefteya Dad û Aşitiyê yên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê ku her sal tê lidarixistin, sibê dest pê dikin. Di çarçoveya çalakiyên îsal de Labirenta aşitiyê jî tê danîn.
Xwendekaran duh dest bi avakirina labîretan kirin, xebat îro jî diqedin. Bernameya xwendekaran sibê demjimêr di 12.30 de bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê dike.
Xwendekar û akademîsyen dê bi qasî hefteyekê di “Korîdora Hevrûbûnê” ya li bakûrê kampûsa Zanîngehê hatiye danîn re derbas bibin. Di korîdorê de dîmen û bîrdariyên komkujiyên ji aliyê Osmanî û dewleta Tirk ve hatine kirin hene. Dê li dawiya korîdorê jî ‘neynikek’ hebe. Ev neynik dê peyama “Di van komkujiyan de para te jî heye. Êdî dema hevrûbûnê ye” bide.
Yên ku bikevin labîrentê û nexwazin hev rû bibin jî dê “tarîtî” be. Ji ber ku goristan li benda wan in. Xwendekar û akademîsyen ji bo biçin zanîngehê neçar in ku vê goristanê derbas bikin. Ev yek ji bo bîranîna Komkujiya Roboskiyê ya herî dawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, hatiye çêkrin.

Labîrentên berxwedan û girtîgehê 
Li aliyek din ê labîrentê jî beşa “Korîdora Berxwedanê” ya ku berxwedana di girtîgehan de sembolîze dik û “Korîdora Girtîgehan” a ku ji bo balê bikişînin ser rewşa xwendekarên girtî hatiye danîn. Xwendekar dixwazin di vê korîdorê de berxwedan û hovitiya di Zîndana Amedê de vebêjin.
Çalakiyên hefteyê sibê demjimêr di t 12.30'da bi vekirina Labîrenta Aşitiyê dest pê dike. Piştî ku daxuyaniya çapemeniyê li vir hate dayîn, dê bi beşdariya şahidê Komkujiya Roboskiyê Ferhat Encu “Panela Rastî û Hevrûbûn” bê lidarxistin.
Dê di 28’ê adarê roja çarşemê de jî panela “Tirkiyeya Veguheriye Girtîgehê” bi beşdariya Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, ji Înisiyatîfa Piştevaniya ji bo Xwendekarên Girtî Bariş Ozer, Parêzer Ercan Kanar, Berdevkê Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî Necatî Abay û rojnamevan Nûray Mert beşdar bibin.
Xwendekarên Zanîgneha Bogazîçîyê dê di çarçoveya Hefteya Aşitiyê de, roja 30’ê adarê înê, li ber Edliyeya Çagliyan daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
Çalakiya dawî ya Hefteya Aşitiyê jî dê ji aliyê mexdûrên erdheja Wanê ve bê lidarxistin. Di 6’ê nîsanê de dê bi beşdariya hunermend Burhan Berken, Tenura, Bandista, Dengbêjên Jin ên Wanê “Konsera Piştgiriya ji bo Wanê” bê lidarxistin.


RÛKEN ADALI - STENBOL