XALID EL-CUMA / ANHA/REQA

Zarokên li gundê Qurtube Reqayê ji ber cih tune carna li derve carna jî di odeyeke biçûk de xwendina xwe dewam dikin.

Di destpêka sala perwerdê ya nû de zarokên gundê Qurtuba yê gundewarê bakurê Reqayê bê dibistan mane. Lê dîsa jî ji xwendina xwe neman û li ser erdê, di bin tavê de sala perwerdeyê ya nû dest pê kirin.

Ev pirsgirêka cih hîna di sala borî de hebû. Ji ber nebûna dibistanekê yan jî cihekî ku perwerdeya xwe lê bibînin. Welatiyekî ji gund bi dilxwazî mala xwe da zarokan da ku perwerdeya xwe bibînin. Lê îsal welatî mala xwe firot. Ji ber wê zarok bê dibistan man.

Bang li rayeran dikin

Li gund nêzî 100 şagirt hene. Ji ber nebûna cih, zarokan sala perwerdeyê ya nû di odeyekê de ku ji bo perwerdekirinê ne guncaw e û wan ne ji germê û ne ji sermayê diparêze, dest pê kirin. Lê ruxmî wê jî zarok bi coş û kelecan hewl didin bersîva pirsên mamoteyên xwe bidin. Mamoste û zarokan bang li bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir ku cihekî ji bo wan peyda bikin.