Rojnavmevanên ku ji başûrê Kurdistanê beşdarî bernameya Rojeva Başûr a Stêrk TV bûn, bal kişandin ser amadekariyên beşdariya operasyonê yên hêzên HPG, YJA-STAR, YBŞ û YJŞ´ê, axivîn.
Rojnamevan Alî Dagli ev agahî parve kirin: “Ji eniya Şengalê ve hîna operasyonê dest pê nekiriye. Lê belê amadekarî hene. Amadekariyên YBŞ û YJŞ´ê hene. Hate ragihandin ku di rewşa bi fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve neyên vexwendin de jî ew ê bikevin tevgerê û gundên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Tevî YBŞ û YJŞ´ê amadekariyê HPG’ê jî hene. Telafer nêzî Şengalê ye. Mûsil 2 saetan dûrî Şengalê ye û gelek gundên Êzîdiyan di destê DAIŞ’ê de ne.” .
HPG jî li Hewîce dikeve tevgerê
Rojnamevan û nivîskara rojnameya me Gelavêj Ewrîn jî di heman bernameyê de ev agahî bi temaşevanên Stêrk TV re parve kirin: “Operasyon li rojhilat û başûrê Mûsilê didome. Dibe ku herêma Hewîce bibe parçeyekî operasyona rizgariya Mûsilê. Ji bo vê yekê amadekariyên HPG û YJA-STAR’ê hene. Hewîce dikeve herêma Kerkûkê. Dibe ku operasyona rizgarkirina vê herêmê were despêkirin. Tê payîn HPG û YJA-STAR jî beşdarî operasyonê bibin.