Parlementerê Parlementoya Îngilîz Charles Tannock der barê êrîşa ku di Cotmeha 2011´de li navçeya Çelê ya Colemêrgê qewimî û di encamê de 36 gerîlayan jiyana xwe ji dest da, pêşniyarpirsek dabû Nunertiya Bilidin a Yekitiya Ewropayê. Nunera Bilind a YE’yê Catherine Ashton bersîv da pêşniyarpirsa Tannock.
Haya YE´yê ji îdîayan heye?
Di pêşniyarpirsa Tannock de tê diyarkirin ku şerê ku ji meha Tebaxê ve dijwar dibe, dişopînin û hate diyarkirin ku li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) li dijî gerîlayan çekên napalm û “kîmyewî” hatine bikaranîn.
Parlementerê Îngilîz ev pirs pirsî; “Gelo haya Nunertiya Bilind a Yekitiya Ewropayê ji van îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dibin sedema alozî û guftûgoyan heye? Eger ev bûyer ji aliyê çavdêrên serbixwe ve were piştrastkirin, ji bo hewldaneke wiha ya leşkerî hiqûqa navneteweyî dikare destûrê bide? Gelo YE’yê van îdîayan ji hikûmeta Tirk dipirse? Gelo YE’yê ji bo eşkerebûna rastiyan ji berendama xwe Tirkiyeyê daxwaza lêpirsînê kir?”
´Em ji îdîayan bi fikar in´
Nunera Bilind a YE’yê Catherine Ashton di 17’ê Nîsanê de bersiv da pêşniyarpirsê. Ashton di bersîva xwe de diyar kir ku ji ber îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî bi tirs û fikar in û weha got; “Em ji îdîayên ku di van mehên dawiyê de der barê bikaranîna çekên kîmyewî de tên kirin bi fikar in. Di hevdîtinên di meha Çileya 2011´de bi Komîsyonê re pêk hatibû, dest bi hevdîtinên di asta xebatê de kirin û lêpirsînek hat destpêkirin. Di encama vê de ji bo diyarkirina sedema mirina 36 endamên PKK’ê yên di şer de hatin kuştin, rapor ji Estîtuya Tiba Edlî re hatiye şandin. Komîsyon wê vê mijarê bi berdewamî bişopîne.”
ANF/ BRUKSEL