
Di heyeta ku serokatiya wê Jaroslaw Leszek Walesa wê bike de hevserokâ Komîsyona parlamentoya hevpar a YE-Tirkiyeyê Helene Flautre, Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiye Ria Oomen-Ruijten û Michael Cashman û Emma Mc Clarkin ên Îngilîz jî cî digirin.
Heyeta YE’yê ku ji bo şopğandinza dozên li dijî rojnamegeran hatine vekirin ava bûye do piştî civîna xwe ya pêşîn hate hînbûn ku ew ê bi heyetek ji 5 kesan pêk tê salê bi kêmanî 3 caran serdana Tirkiyeyê bikin.
Heyeta ku di dîplomasiya Ewropayê de xwedî ciyekî diyarker e, piştî hevdîtin û şopandinên xwe yên li Tirkiyeyê ew ê raporekê poêşkêşî serokatiya Dîwana Edaletê ya PE’yê bike.
Tê destnîşan kirin ku ji bo guherandina TCK, TMK û Zagona Çapemeniyê ew ê zorê bide hukimeta AKP’ê. Hê zerlal nebûye ku wê kîjan dozan bişopîne encax di sertî de Ahmt Şik û Nedîm Şener ew ê di navbera 5 û 10 dozan bişopînin. n BRUKSEL