Wezîrê Karên Derve yên YE’yê ku li Luksemburgê hatin cem hev, di derbarê ambargoya petrolê ya li ser Sûriyeyê biryar girtin. Li gorî biryarê, ji bo firotina petrola Sûriyeyê, wê bi riya Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalîf û Şoreşger a Sûriyeyê destûr bê dayîn. Lê ambargoya li ser rejîma Baas dê dom bike. Di biryaran de her wiha hate gotin ku, şîrketên ewropî dikarin teknolojiya hilberîna petrol û gazê bifiroşin muxalîfan û li herêmên dibin kontrola muxalîfan de razemeniyê bikin. Her wiha ji bo her karekî wê destûra koalîsyona muxalefetê bê girtin.
YE’yê di îlona 2011’an de ambargo danîbû ser Sûriyeyê û kirîna petrolê ya ji vî welatî û razemeniya li vir qedexe kiribû.
Keşe hatin revandin
Jı aliyekî din ve li ser rêya bajarê Helebê 2 keşe hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e. Dema keşe Bols Elyezijî ji Tirkiyê vedigeriya Sûriyê û piştî keşe Yuhena Îbrahîm xwest biçe pêşwaziyê, herdu jî hatin revandin. Heta niha nayê zanîn ku herdu keşe ji aliyê kê ve hatine revandin. Li Sûriyeyê di dema dawî de gelek komên çete navê artêşa azad li xwe dikin û karên çetetiyê dikin dizî û talaniya gel dikin.
Sebra ket şûna Xetîb
Koalisyona niştimanî ya hêzên şoreşê û muxalefeta Sûriyeyê ragihand ku Corc Sebra wek serokê koalisyona niştimanî li şûna Mûaz Xetîb hatiye hilbijartin.Koalisyonê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku destnîşanakirina Corc Sebra piştî destjikarkêşana serokê koalisyona Sûriyê ya dijber Mûaz Xetîb pêk hatiye.
Mûaz Xetîb di 24 meha adarê de dabû xuyakirin ku dest ji peywîra xwe ya serokatiya koalisyonê berdide û sedem wekî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî derbarê Sûriyeyê de destnîşan kiribû. Lê gelek sedemên din jî ên ku nayên gotin hene û yek ji sedemên bingehîn ew e ku Xetîb alîgirê diyalogê bû û ev yek li gorî dilê muxalefeta çekdar û hin aliyên koalisyonê û hin welatên herêmê bû. Lewre jî dibe ku nerazîbûnên bingehîn ên Xetîb ji ber vê yekê bin.
Helwesta Îranê
Jı aliyekî din hikûmeta Îranê ya ku bi piştgiriya rejîma Beşar Esed tê tewambarkirin nerênên xwe yên ji bo çareseriya aloziya li vî welatî bi rengê berê dubare dike. Serokê komîteya ewlehiya niştimanî û siyaseta derve a encûmena Îranê Eladîn Burucerdî ragihand ku ew dixwazin Beşar Esed heya hilbijartinên 2014`an li ser desthilatê bimîne û heke gelê Sûriyeyê bixwaze wê gavê bila guhertin bi riya hilbijartinan çêbibe ne bi şer û pevçûnan.
BRUKSEL