Ji bo danasîna pirtûkê weşanxaneya Lîsê ev agahî li ser tora xwe ya civakî belav kirin: “Di “Gerîneka Guernicayê” de, “xewn” û “rastî” sînorên hevdu xera dikin, daxilî nava xeleka hevdu dibin, siya xwe li dewsa xwe dihêlin û dîsa vedigerin cihê xwe yê esasî. Piştî vê rolguherînê, êdî ne ewlehî bi “xeyalê” dibe ne bi “rastiyê.” Lewra bi her xerakirin û daxilbûna pişt sînoran re, qinyetek bivênevê bi mirov re çêdibê û ev qinyat miqîm mirov li xapandinekê dihesilîne. Di her çûyîn hatina xeyal-rastiyê de, meriv nû bi xapandinê dihese û bi vê pêhesînê re, îcar mirov zemên tevlihev dike. “Zemanê derve”, xwe di pişt herikîneke sexte û sûkî de vedişêre. Yildiz Çakar, bi saya vê hîleyê, nahêle em rûyê zemên ê rast bibînin. Lewra dizane, heger em bibînin ku zemanê derve him qet naherike û him do, îro, sibê di nava xwe de dihewîne, stûnên romanê wê bişikên û xumamiya girîft ê eşkere bibe. Loma jî herikînê bi tûmerî radiwestîne û zemanê di hiş de diherikîne; bi vê yekê, honakên fêrbûyî ji binî de dirûxîne û parîkên çîroka eslî li nava kavilên romanê belav dike.
´Romaneke dijwate ye´
Gerîneka Guernicayê; romana qet û hîçê ye. Herçiqas Lîsa carcaran berzûrî Xwedê bibe jî, bi esl û feslê xwe qetûhîçparêzek e, dijqereqterek e. Gerîneka Guernicayê; romaneke dijwate ye; lê belê hemû wateyan di nava xwe de dihewîne. Divê xwendevan bi xwe daxilî nava vê lîstikê bibe û ji xwe re wateya eslî bibîne.”
Yildiz Çakar kî ye?
Nivîskar û rojnamevan Yildiz Çakar sala 1978´an, li Amedê hat dinê. Ji sala 2002’yan û vir ve li Amedê dijî, endama Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd e.
Çakar piraniya ciwaniya xwe li bajarê Mersînê derbas kir. Li wir di rojnameya Azadiya Welat de demeke dirêj xebitî. Piştî demekê, derbasî Amedê bû û li wir demekê nûçegihantî kir. Pê re bi nivîsîna Kurdî re mijûl bû û gelek gotar û helbest nivîsandin.
Berhemên wê
Pirtûka “Goristana Stêrkan” a helbestan, ji aliyê weşanên Elmayê sala 2004´an hat weşandin.
Pirtûka “Ala” ku ji çîrokan pêk tê, ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Dihokê ve sala 2008´an hate çapkirin.
“Derî” jî pirtûka wê ya helbestan e û ji aliyê weşanên Avestayê ve sala 2012´an li Stenbole çap bûye.
AMED