Koordînasyona Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bilêv kir ku dildariya azadiya mezin a di mejî û dilê jinên Kurd bûye weke destanekê, bûye mîrasê azadiya 35 salan û wiha domand: “Li ser esasê xeta berxwedana mezin a rêhevala Sara, li hemberî komplogeran, faşîstan, hişmendiya zayendîperest û pergalê li Parîsê bû ye qada berxwedanê. Çawa ku jinên Kurd li her çar parçayên Kurdisatanê çalakiyên mezin li darxistin, dê di heman demê de vê salê bike sala hevdîtina bi Rêber Apo re.”
YJA dest nîşan kir ku çawa ku jinên Kurd i 8’ê Adarê de berxwedaneke bi heybet nîşan da, dê di 21’ê Adarê de jî vê berxwedana xwe bi domîne û wiha bi dawî kir: “Jinên Kurd çawa ku rola wan a jiyanê heye, ewqas jî rola xwe ya dîrokî û berpersiyartiya xwe jî heye û dê jin bi vê hişmendî û berpirsiyartiyê tevbigere. Bi vê boneyê me bang li hemû jin, sazî û dezgehên jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn didin û li berxwe didin ku ji bo pêvajoya aştiyê têkoşîneke hevpar û bi hevreyî pêşbixin.”
ANF/BEHDÎNAN