Pêngev 1 pirtûka fêrbûna nivisandina tîpan e. Berê bi wêneyê tişt û amûrên baş tên nasîn tîp tê fêrkirin, li pey jî çend wêneyên nas tê nîşandayîn, daku zarok bizanin, ka di kîjanê de û li ku dera peyvê de ew deng yan jî tîp heye.
Yekitiya Mamosteyên Kurd bi salan e ku li ser pirtûkên dersê dixebitin, li aliyekî xebatên xwe di pratîka dersê de bikar tînin, li aliyekî jî ji azmûnên perwerdeya ewropiyan, xwerû jî Almanyayê sûdê werdigirin. Ta niha li gel pirtûkên dersên Êzdayetî, pirtûka dersên îslamî û çîrokan 12 pirtûk çapkirine.
Ev pirtûk di dersan de hatin bikaranîn, di encamê de pêdivî bi metodên nûjen hate dîtin, li ser vê bingehê Mamoste Mehmut Aydin û Abdulkadir Ulumaskan ji bo pola yekem bi navê „Kurdî Pêngav 1“ pirtûkek xwendinê yek jî ya xebatê amadkirin, bi erêkirina lijneya weşan û redaksiyonê çapa yekem Îlona 2013an de hate çapkirin. Pirtûka xwendinê rengîn e, bi wêneyên betlanê û vebûna dibistanê dest pêdike. Alavên dibistanê jî bi reng û wêneyan dide nasîn, di dema dersê de roleke mezin dikeve ser milê mamoste, ji ber ku zarok hê xwendinê nizanin, divê mamoste alavan yek bi yek bi wan bide nasîn. Li pey jî bi wêne û hevokên kurt li gor rêza ji hêsanî berbi giranî, ji yekpareyî berbi têklihevî berfireh dibe. Metnên kurt hatine bikaranîn. Di dawiya pirtûka xwendinê de jî ferhengokê bi du zimanan heye, bi almanî û bi tirkî. Dê û bav jî dikanin bi alîkariya vê pirtûkê fêrî Kurdiyeke hêsan bibin.
Pirtûka xebatê jî ji bo fêrbûna nivisandina tîpan e. Berê bi wêneyê tişt û amûrên baş tên nasîn tîp tê fêrkirin, li pey jî çend wêneyên nas tê nîşandayîn, daku zarok bizanin, ka di kîjanê de û li ku dera peyvê de ew deng yan jî tîp heye, li pey jî ew tîpa tê fêrkirin di nava tîpên din de hatiye belavkirin, divê zarok wan bibîne û dora wan xîz, yan jî kove bike. Li pey jî beşa nivisandina tîpê tê.
Ji ber ku pirtûka xebatê li gor pirtûka xwendinê hatiye amadekirin, divê li pey ku zarok fêrê nivisandin û xwendina tîpê bûn, mirov pirtûka xwendinê bikarbîne, da ku zarok hêdî hêdî hînê xwendinê jî bibin! Di cihana fêrkirin û geşandinê de gelek metodên cûda hene, lê di nava van metodan de ya herî kêrhatî ev matoda hatiye bikaranîne. Bêguman gelek caran jî serkeftina van metodan hinek bi mamosteyan û bi bikaranîna alavên alîkar ve jî girêdayîye, ku mamoste bikane bi awayeke serkeftî bikarbîne, zarok bi vê metodê zû fêrî Kurdi dibin.
Bêguman mirov dikane di paralêla vê xebatê de hin materiyalên din jî bikarbîne, wek mînak bi qatkirin û birînê tîp çêkirin, di nava qûmê de tîp nivisandin, bi tilî û serî li hewa ev tîp nivisandin ûhwd.
Di nava gelê me de, nexweşiyekê tu car bersiveke têr naecibîne heye, tim tên dipirsin, “Mamoste alfabeya Kurdî heye?” di rastiyê de ta ji dema Avestayê vir de alfabeyek heye, li her demê tîpên cûda hatine bikaranîn. Alfabeya modern jî bi destê gorbihuşt Mir Celadet Alî Bedirxan ve hatiye amadekirin, îro hemû berhemên Kurdî (kurmancî, kirdkî) bi vê alfabeyê tê nivisandin. Ev pirtûka “Kurdî Pêngav 1” jî alfabeya modern e. Ango bersiva pirsa vê nexweşiyê bê kêmasî dide.
Divê ev pirtûk di mala her Kurdî de hebe, hem zarokên wan dikanin bi vê hînê xwendin û nivisandinê bibin, hem jî dê û bav dikanin bi vê pirtûkê /ALFABÊ fêrê xwendina Kurdî bibin. Divê neyê ji bîrkirin, fêrbûna xwendin û nivisandina Kurdî, kirîna pirtûkên Kurdî erkên welatparêziyê ye. Welatparêziya bi ziman û çandê nehatibe xemilandin, ew welatparêzî têk diçe, yan jî dikeve xizmeta gelên din.
Nasnameya pirtûkê
Nav: Kurdî Pêngav 1 (xwendin û a xebatê)
Amadekar: Mahmut Aydin, Abdulkadîr Ulumaskan
Berg : Zemînê berk şîn e, di navendê de rengê sor, zer û kesk di forma qutiyeke vekirî de ye, di navenda rengê zer de kur û keçekê bi çenteyê dibistanê diçin.
Weşan : Weşanên Yekitiya Mamosteyên Kurd / Îlon /2013
Ji YMKê pirtûkek nû