Nîqaşên li ser avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê dewam dikin. PDK hem bi Gorran, hem jî bi YNK’ê re li hev kiriye. Ev lihevkirinên dualî bûne pirsgirêk. YNK daxwaza erkê cîgirê dûwem yê serokê herêmê dike. Gorran jî li dijî vê daxwaza YNK’ê ye. Ji ber wê, hîna aliyên siyasî li hev nekirine û hikûmet nehatiye avakirin.

Berdevkê Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer di daxuyaniyeke çapemeniyê de got, heger lihevkirina wan ya bi PDK’ê re were îmzekirin, ew ê civînên sê alî bipejirînin.

Letîf Şêx Umer bersiva Tevgera Gorran da ku gotibu, YNK daxwaza civîneke di navbera PDK û Gorranê de li dar bixe.

Letîf Şêx Umer got; “Çi dema ku me lihevkirin bi PDK’ê re îmze kir, em dikarin civîna sê alî yan jî hîna zêdetir li dar bixin.”

Daxuyaniya Tevgera Gorran ya ku gotî, YNK daxwaza civînê kiriye, ji aliyê endamekî Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran ve hatiye belavkirin û navê wî endamî nehatiye eşkere kirin.

 

HEWLER