
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrîn bi daxuyaniyekî diyar kir ku ji bilî gundê Zaratê hemû gundên navçeya Şêrawa ya Erfînê hatin rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar soz dane ku ew ê dawî li dorpêça ser Efrîn bîne û bi temamî ji gundê Zaratê paşve bikşin. Li ser vî esasî YPG᾿ê agirbest qebûl kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 25᾿ê Gulanê ve navçeya Şêrawa ya Efrînê rastî êrîşên komên çekdar ve hatiye û got:᾿̓Êrîşên komên çekdar bi berxwedaneke bê hempa ya şervanên me hatiye bersivandin, berxwedana şervanên me bê navber 23 rojan dom kir. Di encama vê berxwedanê ji bilî gundê Zaratê hemû gundên navçeya Şêrawa hatin rizgar kirin.᾿̓
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:᾿̓Piştî komên çekdar beranberî berxwedana şervanên me ziyaneke mezin danîn û gundê Bênê ji aliyê şervanên me ve hate dorpçkirin, duh êvarê gundê Bênê bi temamî ji komên çekdar hate rizgarizgar kirin û ji her çar aliyan ve riyên wê hatin girtin. Komên çekdar lez dan xwe û duh di saetên êvarê de soz dan me ku dê dawî li dorpêça ser Efrînê bînin û xwe ji gundê Zaratê bi tememamî vekişînin.᾿̓ Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG᾿ê li ser vî esasî agirbest qebûl kiriye û dê di vê çarçoveyê de sozê komên çedar bişopîne.
Li Cindêris Pevçûn: 2 çekdar hatin kuştin
Çekdarên Komara Iraq û Şamê ya Îsalamî yên girêdayî El Qaîda êrîşî gundê Dêr Belût a Navçeya Cindêrisa Efrînê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 2 çekdar hatin kuştin.Şêva din çekdarên Komara Iraq û Şamê ya Îsalamî yên girêdayî El Qaîda êrîşî gundê Dêr Belût a navçeya Cindêris a Efrînê kirin. Di encamê de kesê binavê Henan Umer Henan birîndar bû. Şervanên YPG᾿ê mudaxele kirin û welatiyên sivîl parastin û di encamê de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnan de 2 çekdar hatin kuştin.
Li Şêxmeqsûd 9 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd hêzên rêjîmê êrîşî taxê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn rû dan. Di encamê de 9 leşker hatin kuştin û 7 birîndar bûn. Li Eşrefiyê jî şervanên Eniya Cebhet Elekrad li dijî alîgiyên rêjîmê çalakî pêk anîn û di encamê 10 alîgirên rêjîmê hatin kuştin.
Îro danê sibê de hêzên rêjîma Baas bi tangan ji herêma Mexselet Elcezîra û devera Elewarid a Şêxmeqsûd êrîş kirin û xwestin ku têkevin taxê. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin û di encamê de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker birîndar bûn û li devera Elewarid 2 tang û 2 wesayîtên leşkerî hatin xirakirin.
Hêzên rêjîmê di van êrîşan de çekên giran bikar anîn, her wiha herêmên pevçûnan ji aliyê hêzên rêjîmê ve bi hawana û tangan hate topbaran kirin. Pevçûn hîn didomin.
Li aliyeke din jî çavkaniyên Eniya Lîwai Cebhet Elekrad diyar kirin ku şervanên wan li Eşrefiyê çalakî li dijî herêmên ku pêxwasên rêjîmê tê de bicih bûne pêk anîn. Di encama çalakiyê de 10 pêxwasên rêjîmê hatin kuştin û 20 birîndar bûn. Heman çavkanî da zanîn ku çalakiya wan îro saet di 04.00᾿an de destpê kir û saetên nîvro bidawî bû.
Çavkaniyê Eniya Cebhet Elekrad destnîşan kir ku di dema pevçûnan de hêzên rêjîmê herêm topbaran kir û tangên Artêşa Gel ku ji alîgirên rêjîmê hatiye avakirin, anîn herêmê.
EFRÎN /HELEB
YPG nasnameya 3 şervanan aşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên pêr ên li gundê Dêr Belûtê de 2 şervanên wan û li gundê Bênê jî şervanekî wan di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku doh li gundê Dêr Belûtê yê ser bi navçeya Efrîn Cindêrisê, di navbera hêzên YPG'ê komên çekdar de pevçûn derketine û di van pevçûnan de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanekî YPG'ê jî dema dixwest li gundê Bênê mayina ku ji aliyê komên çete ve hatibû danîn derxîne, di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de navên 3 şervanên YPG'ê jî hatin aşkerakirin. Nasnameyên 3 şervanên YPG'ê wiha ne:
l Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê Zekeriya Îbo (Zerdeşt). Di sala 1983᾿an de li gundê Çeqela Cûmê ya navçeya Cindêris a Efrînê jidayîk bû ye û bavê 3 zarokan e.
- Hemada Îso Şêrawî (Şêro). Di 5᾿ê Îlona 1973᾿yan de li gundê Kebaşîn a navçeya Şêrawa ya Efrînê jidayîk bûye û bavê 4 zarokan e.
- Rêzan Henan (Şervan) Di 1᾿çileya 1993᾿yan de li gundê Kaxire ya navçeya Mobata ya Efrînê jidayîk bû ye.
Ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve doh saet di 15.00᾿an de cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ji ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi merasîmekê hatin wergirtin û li Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya navçeya Cindêrisê bi beşdariya girseyeke mezin hatin definkirin.