Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bombebarê û komkujiya li dijî sivîlan pêk hatiye, şervanên YPG’ê jî li riya di navbera benda kontrolê ya Cezîrê û devera Pira El Ewarid de, çalakiya bersivdayînê lidar xistiye. Hate diyarkirin ku di encama çalakiyê de 9 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li derdora benda kontrolê ya Elcezîrî pevçûn didomin. Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî tang, topbaran û bombebarana balafirên Suryê jî, YPG wê xwedî li soza xwe ya ji bo parastina gel derkeve û peywîra xwe bicîh bîne, her wiha bersiva hemû êrîşan bide.
ANHA/HELEB
Ji bo YPG’iyan konê sersaxiyê
Ji şervanên YPG’ê Mazlûm Êrîş, Rojvan Efrîn û Cûdî Ferhan ku li Qamişlo di êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe jidest dabûn, konê sersaxiyê hate vedan. Konê sersaxiyê li Taxa Hilko ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate vedan. Piştî vedana konê sersaxiyê, bi sedan kesên ku di nava wan de rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî hebûn kon ziyaret kir. Her wiha endamên YPG’ê çûn ziyareta kon û ji malbatan sersaxî xwestin. Konê sersaxiyê wê 3 rojan vekirî bimîne.
QAMIŞLO