
Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li herêma Efrînê derbarê êrîşa komên çekdar a pêr êvarê li ser benda Kontrolê ya YPG’ê, li gundê Xezawiyê ya Navçeya Şêrewa ya Efrînê pêk hatibû û di encamê de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dabûn û 2 birîndarbibûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyana Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Efrînê hate diyar kirin komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad ku kesê bi navê Ebû Xeldûn serkêşiya wê dike, duh di saetên êvarê de êrîşî benda kontrola YPG’ê ya li Gundê Xezawiyê kirin e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrîşê de şervanên YPG’ê yên bi navê Egîd û Mihemed jiyana xwe jidest dan e û 2 şervanên din jî birîndar bûn e.
'5 çekdar hatin kuştin'
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên YPG’ê mafê xwe yê bersivdayînê bikar anîn e û di saetên sibehê de çalakiya bersivdayînê lidar xistin e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiya bersivdayînê de 5 çekdar hatine kuştin û 9 çekdar jî dîl ketin destê YPG’ê, 3 wesayîtên leşkerî bi temamî hatine ruxandin û 3 wesayîtên din ên leşkerî, Doçka 12,5, Doçka 23, bîksiyek, RPG'yek, 3 keleşnîkof û demançeyek hatin destserkirin.
Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê li Efrînê di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku ewê bi hemû hêza xwe mafê bersivdayînê bikarbînin û bersiva êrîşên li dijî gelê kurd bidin û wiha domkir: "Em ji gelê xwe re tekez dikin ku êrîşên li dijî gelê me wê bê bersiv nemînin. Emê bi hemû hêza xwe û li gorî tola şehîd û gelên xwe bersiva hemû êrîşan bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de komên çekdar hatin hişyar kirin û ji wan hate xwestin ku derbarê destkeftiyên gelê kurd de hesabên xwe ji nûve di berçavan re derbas bikin.
Nasnameya endamên YPG'ê
Nasnameya her 2 şervanên YPG’ê yên di êrîşê de jiyana xwe jidest dan jî hate eşkerekirin. Hat hînbûn ku endamê YPG'ê yê jiyana xwe ji dest dan Mihemed Şahîn (Şêx) ê ji gundê Kobaka yê Cindêris a Efrînê ji dayik bûye û Egîd Îsmet ê ji gundê Qeretepe yê Efrînê ne.
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê doh saetên piştî nîvro de li Goristana Şehîd Refîq a Navçeya Şera ya Efrînê bi merasîma girseyî hatin defin kirin.
ANHA/EFRÎN
Qehreman hate definkirin
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hogir Qehreman ji aliyê hezaran şêniyên Dêrikê û gundên derdorê hate pêşwazîkirin û bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat hate definkirin.
Piştî ku cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ji bajarê Amûdê ber bi Qamişlo ve hate birêkirin, li Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û li vir ber bi Dêrikê ve hate birêkirin. Li Dêrikê jî bi hezaran kes pêşwaziya cenazeya Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman kirin û cenaze ji aliyê welatiyan ve li ser milan hate kirin û ji aliyê girseya qelebalix ve di nava kolanên bajêr de hate gerandin. Welatiyan bi slaganên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’ Bijî berxwedana YPG’’ heta Meydana Azadî meşiyan û piştre merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
'Em ji tiştekî natirsin'
Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdilezîz axivî û bal kişand ser berxwedan û rola ‘’Şehîdan’’ di parastina herêmê de. Di merasîmê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî axivî.
Xelîl, bal kişand ser rola ‘’Şehîdan’’ di yekîtiya gelê Kurd de û got: ‘’ Şehîd Hogir îro hemû partî û rêxistin anîn cem hev, bi saya berxwedana Şehîdan û şervanên YPG’ê em îro ji tiştekî natirsin.’’
Xelîl, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ew vexwendine Hewlêrê û wiha dom kir:’’Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê em vexwendin Hewlêrê û hurmeta me ji Başûrê Kurdistanê re heye, lê ji ber ku hemû aliyên hevdîtinê li Rojavayê Kurdistanê ne em neçûn û ya rast ev e ku hevdîtin li Qamişlo pêk bên."
Di merasîmê de Fermandara YPG’ê Çekjîn Efrînî jî axivî û diyar kir ku Hogir Qehreman ne ‘’Şehîdê’’ YPG’ê yê yekem e û wê ne yê dawî be jî. Efrîn, da zanîn ku YPG’ê rêya parastina gelê herêmê hilbijartiye û wê tola Hogir û hevalên wî li erdê nehêlin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê jî axaftin hatin kirin.
Piştî ku merasîm bi dawî bû, cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ber bi Goristana Şehîd Xebat ve hate oxirkirin û li vir hate definkirin.
ANHA/DÊRÎK