
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê duh îro li herêma Tirbespiyê, Kobanê, Heleb û Efrînê rû dane de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku duh êvarê hate serê vê sibehê li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra bi beşdariya hinek komên girêdayî Artêşa Azad dom kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komen girêdayî Arteşa Azad bi taybetî li herêmên Kobanê û Tirbespiyê di nava êrîşan de cih girtin û wiha hat domandin: “Tevî ku li herêma Kobanê hewldanên agirbestê hebûn jî, ev kom li ser sozên xwe ranewestiyan û êrîşî gundên Kurdan kirin.”
‘Kurdên xayin jî cih digirin'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek komikên Kurd jî di nava êrîşan de cih digirin û ev kom wiha hatin rêzkirin: “Di nava van êrîşan de Kurdên xayîn jî hene. Ev kom ên wekî ketîba Selehedîn, ketîba Yusif Azme, ketîba Azadî, ketîba Edil, Komelaya Îslamî ya Kurd in.”
’82 çete hatin kuştin'
Derbarê şer û pevçûnên ku şevê din li herêma Kobanê û Tirbespiyê qewimîn û encamên wan de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li gundê Îlecax ê Kobanê pêr êvarê heta serê vê sibehê şer berdewam kir.Di nava vî şerî de komên girêdayî Artêşa Azad ên li herêma Mimbic, Celabrus û Firin jî hebûn. Di encama vî şerî de 32 endamên komên çete hatin kuştin û doçkayek ket dest YPG’ê. Di şer de 3 endamên YPG’ê jî birîndar bûn. Li herêma Tirbespiyê jî duh bi şev li gundê Taya şer derket û heta sibehê berdewam kir. Di encama şer de 28 endamên çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd ketin. Li gundê Sofya jî ji duh êvarê heta serê sibehê şer dom kir û di encamê de 22 endamên çete hatin kuştin. Wesayîtek jî hate rûxandin.”
‘Êrîşên li Heleb û Efrînê didomin'
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Helebê û Efrînê jî êrîşên li ser gundên Kurdan didomin û ev tişt hat gotin: “Êrîşên li hemberî gundên Kurdan ên li derdora Helebê û êrîşên li hemberî gundê Basûfanê yê Efrînê dom dikin. Li gundên derdora Efrînê jî rewşa bi aloz didome.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê wê heta dawiyê gelên herêmê li hemberî her cure êrîşan biparêze û ev bang li partiyên siyasî yên ku heta niha bêdeng mane hate kirin: “Em bang li hemû partiyên siyasî yên ku heta niha weke temaşevan li vî şerî dinêrin dikin da ku beşdarî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bibin.
EFRİN
Ciwan û Xwendekar di nava seferberiyê de ne
Li ser banga seferberiyê ya li Rojavaya Kurdistanê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê li ser bendên kontrolê yên Asayişê nobetê digrin. Li navenda Asayişê jî ji bo endamêm Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW perwerdeya bikaranîna çekan hate destpêkirin.
Piştî banga seferberiyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Cebhet El- Nusra, gelek rêxistin û saziyên civaka sivîl ketin nava liv û tevgrê. Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bendên kontrolê yên Asayişê nobetê digrin. Li navenda Asayişê jî ji bo endamêm Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz (KXKW) perwerdeya bikaranîna çekan hate destpêkirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şreşger Silêman Ehmed bang li hemû ciwanên bajarê Hesekê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Asûriyan kir ku tevlî nava xebatên parastina gund û bajarên Rojavayê Kurdistnê bibin û piştgiriya YPGê û hêzên Asayişê bikin.
Endama KXKW'ê Berxwedan Nûhî jî diyar kir ku ew weke jineke ciwan xwe ji bo parastina gelê xwe amade dike, lewma tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûye.
HESEKÊ