
Hêzên girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Jinê (YPJ) li dij komên çete amadekariya êrîşê dikirin operasyon lidar xistin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku li herêma di navbera Til Berak û Holê de avêtin ser çeteyên amadekariya êrîşê dikirin û di encama operasyonê de 10 çete hatin kuştin.
YPG’ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ’ê pêr bi şev li hemberî gundê Til Sawan ê di navbera Til Berak û Holê yên Kantona Cizîrê de derketine operasyonê.
Hat ragihandin ku operasyon li dijî komeke çete ya amadekariya êrîşê dikin hatiye lidarxistin û di encamê de herî kêm 10 çete hatine kuştin, hejmareke zêde çete birîndar bûne.
HESEKÊ
Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên 31’ê Adarê yên li Şengalê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye. Navendê diyar kir ku artêşa Îranê bi obus û hawanan hin qadên Qendîlê bombebaran kiriye.
Navendê daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 31’ê Adarê saet di 15:30 de, li Girê Elîşorpe yê taxa Sîttî Zeynep a Şengalê, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîne. Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
Navendê diyar kir ku di heman saetê de li dedora taxa Sûka Jêr jî hêzên gerîla çalakiyek pêk anîne û li vir çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.
ŞENGAL