Li Hezexê, di encama çalakiya li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa ‘akrep’ de, 8 tîmên tevgera taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Sûrê ya 81 roj in li ber xwe dide jî 4 tîmên taybet hatin kuştin

Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên dewleta Tirk ên bi mehan e pêk tên, bi tank û topan didomin. Ji duh êvarê û vir ve, ji ber topbaranê li taxa Yenîmahalleyê 5 mal şewitîn.

Li aliyê din, hêzên YPS û YPS-Jin duh danê nîvro li taxa Yenîmahalle li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 polîs û lekşerên tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Maşîna zirxî ya ku ji ber çalakiyê nema dikare bê bikaranîn, hînê li cihê bûyerê ye.


Li Sûrê 4 tîmên taybet hatin kuştin 

Li navçeya Amed Sûrê, di şerê navbera hêzên dewletê û şervanên YPS’ê de herî kêm 4 endamên tîmên taybet hatin kuştin.

Dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Sûrê di roja 81. de ye. Şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bersivê didin êrîşên dewletê. Di şerê danê vê sibehê de 2 jê leşker û 2 polîs herî kêm 4 endamên tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, hejmara leşker û polîsên hatine kuştin zêdetir e. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî da xuyakirin, ku 2 leşker û 2 polîs hatine kuştin. YPS’ê heta niha ti daxuyanî nedaye.


Li Nisêbînê dayik û zaroka wê bûn hedef

Li Nisêbînê ku dorpêç û êrîşên hêzên dewletê bi mehan e didome, di gulebarana polîsan de jina bi navê Dilşah Ak hate qetilkirin, keça wê ya 10 salî jî ji piyê xwe birîndar bû. Li taxa Abdulkadîrpaşa ya navçeyê, polîsan ji wesayîtên zirxî jina bi navê Dilşah Ak (45) û keça wê ya 10 salî gulebaran kir. Di gulebaranê de Ak û keça wê birîndar bûn. Li gel komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxale kir jî, Dilşah Ak jiyana xwe ji dest da. Keça wê ya 10 salî ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. 


 AMED/ŞIRNEX