Îran dixwaze bi çêkirina bendavê Kanî Bila li Herêma Hewraman xweza wêran bike. Gerîlayên YRK’ê ew çend car e  ji bo nebin hevkarê vê tlanê hêzên Spahê di vê derbarê de hişyarkiribû.

Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê şeva 10’ê Hezîrana 2015’an seat 23:00’an li gundê Silên ê Hewraman Text gerîlayên YRK’ê pira ku diçe projeya çêkirina bendavan a Daryan(Kanî Bil) teqandin. Ev di rewşekî de ye ku bi caran YRK’ê ji bo rawestandina van projeyan rejîm hişyar kiribû ku projeyên bi vî rengî di çarçoveya şerê taybet de ji aliyê Sipahê Pasdaran ve tê meşandin.

 

YRK agir berda du kamyon û dozerekî

Her wiha gerîlayên YRK’ê bi çalakiyekî li gundê Wergewer li nêzî heman herêmê agir berdan dozerekî. YRK li nêzî gundê Ebas Abad yê heman herêmê du kamyonên projeya çêkirina bendavan şewitandin.

Gelek caran saziyên medenî bi xwepêşandanan daxwaza rizgariya Kanî Bil kirine.

Li gor agahiyan di çend heftiyên dawî de rejîma Îranê li herêmên Hewraman û Kirmaşan bigire heta Şino zêdetirî 180 hezar hêzên xwe veguhestiye herêmê. Hinek ji van hêzan çend roj beriya niha dema ku li bejahiya Bajarê Bane dest bi tedbîqata leşkerî kirin, agir bi daristanên Bane xistin. 


 ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN