14 xwendekarên Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîliseyê ên tevlî çalakiya şermezarkirina komkujiya Roboskiyê bûn rastî lêpirsîna rêveberiya zanîngehê hatin parastin kirin. 14 xwendekarên bi îdîayên "Bêdestur civîn li dar xistin" û "Aramî, rehetî û pergala xebatê xerakirin" dihatin sûcdarkirin li salona anfiyê li benda parastinê disekînin, rêveberiya zanîngehê 4 pirsên berê amadekirin ji xwendekaran pirsîn. Ji 14 xwendekaran Cesîm Tekîn axivî û wiha got: "Helwesta rektoriya zanîngehê ya wisa di wijdanên me tu rewabûna wê tuneye."
'Daxuyanî rêxistinbûnê dide hîskirin tu çi difikirî?'
Tekîn, pirsên wekî di azmûna nivîskî de tên pirsînê yên parastinê wiha rêz kirin: "1-Çalakiya destûrê wê nehate girtin tu çima tevlî bû? 2-Daxuyanî rêxistinbûnê dide hîskirin tu çi difikirî? 3- Berê we tu ceza girtibûn? 4- Te slogan berz kirin heke te berzkirbin te çi hîs kir?" Xwendekaran jî li hemberî 4 pirsan 4 pirs jî rektoriyê kirin. Pirsên xwendekaran ji rektoriyê kirin ji ev in: "1- Dibe ku di aliyê wijdanî de tu nerehet nebî lê xwendekar li dijî vê yekê bêdeng namînin û vê yekê çima hûn nerehet kirin? 2- Çima we destûr neda? 3- Lêpirsîna we der heqên kesên vekirî de û navên polîsan dan we rewş çi ye? 4- Di dema çalakiyê de navên polîsan nîvîsandin û ji we re şandin kîjan gihiştin dest we?"
'Em dê der heqê rektoriyê de dozê vebikin'
Tekîn, diyar kir ku wan ji hîndekarên ji aliyê rektoriyê ve ji bo paratinê hatin peywirdarkirin çima lêpirsîn tenê bi 14 kesan hate sînorkirin pirsîn û wiha axivî: "Ji me re gotin piştî vê lêpirsînê dê li komeke din xwendekaran lêpirsînê bê vekirin." Tekîn, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mamosteyekî me ji hevalekî min re got bi min re neaxive û ji min dûr birawest. Ev yek tenê li ser hinek navan tê rawestandin." Tekîn, da zanîn ku heke cezayê ji dibistanê dûrxistinê bigirin dê der heqê rektoriyê de dozê vebikin û wiha got: "Bila rektorî baş bizane ku em ji vê yekê natirsin."
RUKEN ŞEHÎR - DÎHA/DÎLOK