Xwendekarên tev li Atoleyeya Wêneyan a di bin banê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Rezanê ya Amedê bûn, pêşnegeha wêneyên kişandin a bi navê "Kolan û Ban" vekirin. Pêşengeh li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hate vekirin. Serokê Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe, Midura Çandê ya Şaredariya Rezanê Yuksel Aslan Acer, Mamosteyên Mala Piştgirya Perwerdehiyê ya Şaredariya Rezanê û gelek xwendekar tevlî pêşengehê bûn. Kurdelaya pêşengehê ji aliyê Midura Çandê ya Şaredariya Rezanê Yuksel Aslan Acer û xwendekaran ve hate birîn. Acer berî vekirina pêşengeh axaftinek kir. Acer, diyar kir ku ew ji ber performansa zarokan gelek keyfxweş in û wiha got: "Bernameyên em bi zarokan re tevlî dibin gelek coşekî mezin dide me. Xebata zarokan enerjiyekî gelek mezin dide me. Ez li ser navê şaredara xwe ji we spas dikim. Ji bo xebatên xwe ez serkeftinê dixwazim."

'Hilberîneke baş dikin'

Ji mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiya Şaredariya Rezanê Kîbar Suvarî Bozkuş jî diyar kir ku ew 4 salan xebatan dikin û wiha got: "Li gorî hunera zarokan 2 mehan perwerdehiyê didin û pişt re jî li kolanan derdikevin wênekêşanê. Piranî zarok gelek bi heycan dibin. Hilberînekî baş dikin. Komên xebatên dikin piranî zarokên dibistanê yên pola 5'an in û temenê wan 12 salîne." Ji xwendekaran Zîlan Gul jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi wan wêneyan malbatan hişyar bikin da ku zarokên xwe li nav kolanan nedin xebitandin. Pêşengeha bi navê "Kolan û Ban" dê heya 7'ê kanunê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn vekirî be.

AMED