Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn bersiv da pêşniyapirsekê û diyar kir ku di rewşa heyî de li Tirkiyê 3 girtîgehên zarokan û 2 malên perwerdeyê yên zarokan hene û wê heta dawiya sala 2016'an 10 girtîgehên nû yên zarokan bên çêkirin.

Li gorî agahiyên Ergîn di mijara girtîgehên nû yên zarokan de dayî, di planan de girtîgehên Tîpa F mînak hatine girtin. Hat ragihandin ku saziyên mijara gotinê di warê fîzîkî û mîmarî de li gorî perwerde û rehabîlîtasyona zarokan e, li her unîteyê 9 odeyên ji bo ferdekî hene, dîsa li her unîteyan qadeke jiyana hevpar a ji bo 9 kes bi hev re dem derbas bikin, li televîzyonê temaşe bikin, xwarinê bixun, pîngpongê bileyzin.
Di bersivdayinê de hat ragihandin ku li her odeyên zarokên girtî û hikumxwar lê bên rakirin, tiwaleta, bango, maseya xebatê, doşek û bîdeyên xwe hene. Hikûmet dixwaze di nava pênc salan de 153 girtîgehên nû veke. 27 ji van di asta îhaleyê de ne, 83 di asta plankirinê, 43 jî di asta projeyê de ne. Bi vekirina van 153 girtîgehên nû re, wê li kapasîteya heyî cihên ragirtinê yên bi kapasîteya 106 hezar û 831 kesên din zêde bibin.
Di dema deshilatdariya AKP'ê de, rêjeya tijîbûna girtîgehan, rekor şikand. Di navbera salên 2002-2012'an de 62 hezar û 460 kes hatin girtin, di sala 2002'an de hejmara hikumxwaran 34 hezar û 808 kes bû, li vê hejmarê 54 hezar û 905 kes zêde bûn û bû 89 hezar û 713 kes. Hejmara girtiyan 24 hezar û 621 kes bûn, li vê hejmarê 7 hezar û 555 zêde bûn û bû 32 hezar û 176 kes. 

ENQERE