Komîna Fîlm a Rojava ji bo ruhê hunerî li cem zarokan bi pêş bixe û coşa hunerî ava bike, bi taybetî fîlman pêşkêşî zarokan dike. Duh êvarê jî fîlma bi navê ‘Zarokin em’ hate temaşekirin. Fîlm rastê elaqeyeke mezin a zarokan hat. Zarokên ji bajarên Girkê Legê û Rimêlan ji bo temaşekirina fîlma ‘Zarok in em’ di salonê de amade bûn. Mijara fîlmê jî wêne û dîmenên zarokan bû ku di warê huner, dîlan, şano û stran de xebat dikin.
Ev fîlm wê li tevahiya bajarên Kantonê ji zarokan re were pêşkêşkirin. Her weha hate zanîn ku amadekariyên 2. Festîvala Zarokan jî tên kirin û di dema pêşiya me de festîval wê bê li dar xistin.
GIRKÊ LEGÊ