
Li Amedê li gelek atolyeyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hunera desta tê hînkirin û ev yek belav dibe. Atolyeya ku herî zêde elaqeyê dibîne jî perwerdehiya çêkirina selik û zembîlane.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo belavkirin û zindîkirina pîşeyên li ber tinebûnê, gelek atolyeyên kursan vekir. Hunera ebru, seramîk, çêkirina selik û zembîlan, di kursan de tên hînkirin û li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ev kurs hatine destpêkirin. Di nava kursan de ya herî zêde rastê elaqeyê tê jî çêkirina selik û zembîlan e. Li vir 24 xwendekar perwerde dibin.
Mehmet Kayayê ku li atolyeyê dersê dide, got, qeşçikên genim û qoçanên garis ên ku di Tîrmeh, Tebax û Îlonê de tên komkirin tên hişkkirin, piştre jî kursiyer wan di atolyeyê de bi boyaxên qurm û giyayan direngînin û modelên zembîl û selikan çêdikin. Kaya anî ziman ku kursiyer hema hema hemû modelan çêdikin, di nava hefteyê de kursiyer perwerde dibin di dawiya hefteyê de jî vê yekê dixin pratîkê.
Dîrokçeya pîşeyî
Kaya got, di atolyeyên wan de zembîlên 90 salan jî tên pêşandan û ev agahî dan: “Zilûkê bi dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye. Mirov ji bo ku xwarinên xwe veşêrin selik, zembîlên bi vî rengî çêdikirin û dixistin hundir.” Kaya destnîşan kir ku ji efsaneya Zembilfiroş ya li navçeya Farqînê qewimî, îlham tê girtin û divê ev bê belavkirin û weha peyivî: “Zembilforiş mirovekî dewlemend e. Ji şahiyê hez dike. Rojekê dema ku di ber goristanê re derbas dibe tê bîra wî ku ew fanî ye û hemû hebûna xwe datîne aliyeke û li Farqînê bi cih dibe. Selik û zembîlan çêdike û difiroşe, jiyaneke mutewazî didomîne. Ji xwe re jî dibêje Zembilfiroş. Niha tişta ku em dikin jî dewmakirina vê çandê ye.”
‘Ji bo dewama hunerê’
Kaya yê mamostetiya fenê xwendî, diyar kir ku wî demekê dikana mobilya şixulandiye, lê piştre dest bi vî karî kiriye. Kaya anî ziman ku ji bo atolyeya li Sumerparkê elaqe zêde ye û herî dawî weha peyivî: “Em vî hunerî didomînin, ne ji bo firotinê, ji bo çandek wenda bûyî belav bibe û bigihe cihekî.”
DÎHA/AMED