Bavê Cemîle Çagirga, Ramazan Çagirka piştî binçavkirina 5’ê Tîrmehê hate girtin.

Polîsan li navçeya Cizirê Şirnexê di 5’ê Tîrmehê de bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 30 kes hatin binçavkirin. Heta niha ji wan 10 kes serbest hatin berdan. Û 4 kes jî hatin girtin. Dadgehê Bavê Cemîle Çagirga ya di 4’ê Îlona 2015’an di qedexeya derketina kolanan de li Cizîrê hat kuştin û cenazeyê wê di sarincê de hat parastin, Ramazan Çagirga, li gel namzetê HDP’ê yê Manîsayê Veysi Durgut, siyasetmedar Selamet Mat û Osman Erkul girt. 4 kesên bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin, niha li Girtigeha tîpa T a Şirnexê.

Lêpirsîna li 16 kesan didome

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û diyar kir ku bavê Cemîle Çagirga Ramazan Çagirga serê sibehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Îmîr, di hesaba xwe ya twîtterê de got: “Di sala 1993’yan de di encama topa hewanê ya ku li mala wî ket, ji malbata xwe 7 kes winda kirin. Di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê ji neçarî cenazeyê keça xwe ya Cemîleya 13 salî bi rojan di sarincê de veşart. Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan jî gelek caran hate binçavkirin. Ramazan Çagirga niha jî hate girtin.”