Serokwezîrê Eyaleta NRW’ê Armîn Laschet, beriya niha saziya DÎTÎB’ê ya diyaneta Tirk a li Elmanyayê rexne kiribû, niha jî bi Erdogan re wê biçe vekirina mizgefta navendî ya li Kolnê ya DÎTÎB’ê.

Bernameya serdana dîktatorê Tirk a li Kolnê ku tevî nerazîbûna raya giştî û muxelefeta Elman jî wê li Berlînê bi merasîma dewletê were pêşwazîkirin, zelal bû. Erdogan ê ku 28’ê Îlonê wê Serokkomarê Elmanya Frank-Walter Steinmeier û Şansolyeya Elmanyayê Angela Merkel bibîne, 29’ê mehê jî bi alîgirên xwe re ji bo ku şowê bike, wê biçe bajarê Kolnê.

Tevî ku ev salek e vekiriye jî, ji bo şowa Erdogan wê mizgefa li Ehrenfeldê ya Kolnê ya Yekîtiya Îslam a Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) wê ji nû ve bê vekirin. DÎTÎB’ê got 29’ê mehê saet 11.00’an wê  Serokwezîrê Eyaleta NRW’ê Armîn Laschet jî li gel Erdogan hazir be.

Qerepereya wî jî pûç bû

Laschet dema ku li ser karê Alîkariya Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) bû û ji par ve dema Serokwezîrtiya NRW’yê gelek caran amaje pê kiribû ku DÎTÎB saziyeke wiha ye ku ji bo rejîma Erdogan dixebite û rexne lê girtibûn.

Laschet Sibata 2017’an dema  DÎTÎB bi lêpirsîna sîxûrtiyê li rojevê bû, gotibû, “Divê dawî li karê wan melayan were ku rexneyên xwendekar, mamoste û malbatên zarokan ên li polîtîkayên Erdogan, digihînin saziyên Tirk. Melayên ku behsa wan tê kirin, divê zû ji Elmanyayê derkevin.”

Laschet Hezîrana bihurî jî dema ku bû serokwezîrê eyaleta NRW’yê xwestibû ku Elmanya zexta xwe ya li dijî DÎTÎB‘ê zêde bike, Laschet gotibû DÎTÎB divê li ser meseleyên dînî bisekine, ne li ser nîqaşên siyasî yên bi navenda Erdogan ku têkilî karê navxwe yên Tirkiyê ne.

Lê siyasetmedarê demokrat ê Xiristiyan ku gotinên xwe yên beriya bi salekê ji bîr kirin, wê bi Erdogan re tevlî vekirina mîzansen a 29’ê Îlonê bibe ku maneya vê jî ew e ku DÎTÎB zêdetir bibe parçeyek ji rejîma Erdogan.

Lêpirsîn jî betal kirin

Her wiha yek ji wan melayan ku Laschet behsa wan dikir û pirraniya wan li NRW’yê sîxurî dikirin, Elmanya neterikandin. Bi ser de piştî hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmeha 2016’an desthilata Erdogan melayên ku bi taybet hatine hilbijartin şandin Elmanyayê. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Federal li ser DÎTÎB’ê vekirî, li gel ku salek di ser re bihurî jî tiştek jê derneket û bi ser de Kanûna bihurî, dosya bi fermî hate girtin. Dema ku navbeyna rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel ne baş bû, destpêka 2017’an bi belgeyan derketibû holê ku melayên DÎTÎB’ê çawa li mizgefatan li ser navê weazan propagandaya Erdogan dikirin û di dersan de zor li zarokan dikirin ku sîxûriyê bikin.

 

ANF/KOLN