Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî salvegera sêyemîn a berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de YPS´ê di salvegera 3’emîn a berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Warto, Silopî, Dêrika Çiyayê Mazî, Wan, Stewrê, Kerboran, Şemzînan, Bismil, Sêrt, Riha û şehîdên berxwedanê bi brî anîn û got, “Em careke din sozê didin ku em ê tola . Ş. Çiyager, Ş. Berfin, Ş. Mehmet Tûnç, Ş. Asya Yuksel, Ş. Xebatkar, Ş. Çeko, Ş. Nûda Amed, Ş. Sêvê, Ş. Fatma, Ş. Zeryan,  Ş. Hekîm, Ş. Îslam, Ş. Zîlan, Ş. Yildiz û gelek şehîdên din ên xwerêveberiyê hilînin.”

YPS´ê xwest maneya dîrokî ya berxwedana xwerêveberiyê baş bê fîmkirin, ev weke peywireke herî dîrokî bi nav kir û got, “Piştî berxwedana 6,7,8’ê Cotmehê, derket holê ku Kobanê ne bi tenê Kobanê ye. Di 30’ê Cotmeha 2014’an de Dewleta Tirk bi biryarên ‘MGK’ê re konsepta şerekî nû da destpêkirin û di 5’ê Nîsana 2015’an de bi tecrîdkirina Rêber Apo û bi provokasyonên piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û qetlîamên li Amed, Pirsûs û Enqereyê û bi êrişên 24’ê Tîrmehê re êrîşên xwe domandin.

Piştî Tebaxa 2015’an li ser esasê xweparastinê, serdemeke berxwedanê hate destpêkirin û heta Kanûna 2015’an qonaxa pêşîn a vê berxwedanê domiya.”


Berxwedan wê bidome

YPS´ê eskerîbûna pêvajoyê ya bi êriş û komkujiyan bi bîr xist û got, piştî 13-14´ê Kanûna 2015´an weke destpêka qonaxa duyem a berxwedana xwerêveberiyê bi nav kir û got, “Armanca dewleta Tirk ev bû ku hemû qadên berxwedanê îmha bike.

Bi ragihandina xwerêveberî û êrişên 13, 14’ê Kanûnê re têkoşîna gelê me ya berxwedana xwerêveberiyê bûye xeta têkoşînê. Li ser vê bingehê û baweriyê em sozê didin şehîdên xwe yên xwerêveberiyê û em diyar dikin ku em ê li ser xeta wan bimeşin. Bila şik û gumana ti kesî nebe ku ev îsbatkirin wê bibe qîrîna me ya israra li ser xeta rizgariyê.” 


NAVENDA NÛÇEYAN