
Panela li bajarê Strasboûrgê, ku her sal bi wesîleya 25’ê Mijdarê tê lidarxistin, îsal bi beşdariya bi sedan jinên ji gelên cuda pêk hat. Di panelê de qanûna destavêtinê ya AKP’ê jî hat nîqaşkirin. Jinên Kurd jî îmze dan hev. Panel ji aliyê Şaredariya bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve hate lidarxistin. Tevî nûnerên gelek komeleyên jinên koçber, hunermendên jin tevlî vê komxebatê bûn. Bi sedan jin jî weke temaşeker li panelê amade bûn. Qisekeran qanûna destavêtinê ya AKP’ê jî nirxandin, ku di encama nerazîbûna civakî de qanûn hat vekişandin. Li ser navê saziyên jinên Kurd li Strasboûrgê Zozan Ozveren û Sema Agîç li panelê axivîn û li ser têkoşîna jinên kurd agahî dan. Qisekeran bal kişandin ser polîtîkayên faşîzan ên AKP’ê yên li dijî gelan û jinan tên meşandin.
Li Hamelnê mitîng
Li Hannoverê, ji bo Kader Kadandir a li bajarê Hamelnê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve bi kêrê hat birîndarkirin û piştre li pişt wesayîtê hat girêdan û bi erdê re hat kaşkirin, niha di komayê de ye, mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtîng li ser banga Şaredarê Hamelnê Claûdîo Grîese hate lidarxistin û tevî bi sedan Elmanî, gelek Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurdan jî tevlî bûn.
Mîtîng ji aliyê girîngtirîn qenalên televîzyonê yên Elman ZDF, ARD û NDR ve bi rengekî zindî hate weşandin. gelek radyo û rojnameyên xwecihî û neteweyî jî li qada mîtîngê bûn. Di çalakiyê de mesaj hatin dayîn û daxwaz hat kirin, ku bûyerên bi vî rengî yên li derveyî mirovahiyê careke din neqewimin.
Bûyer di êvara 20’ê Mijdarê de qewimî bû û di nava raya giştî ya Elman de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû. Li aliyê din, saziyên jinên kurd ji bo vê zîhniyeta hovane mehkûm bikin, wê di 28’ê Mijdarê de li bajarê Hamelnê meşeke mezin lidar bixin.
Li Essen û Sîegenê semîner pêk hat
Şîdeta li jinê, li bajarê Essen ê Elmanyayê bi semînerekê hate şermezarkirin.
Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal a Essenê ve hate organîze kirin. Semîner piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Semîner di salvegera şehadeta gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Şengal de pêk hat û di şexsê Şengal de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn. Di semînerê de bal hat kişandin ser zilm û hovîtiya li jinên Şengalî tê kirin û hat destnîşankirin, hê jî li gelek qadên jiyanê şîdet li jinê tê kirin.
Beşdarên semînerê, hovîtiya li jina Kurd Kader Kadandir a li Elmanyayê bibîr xistin û hovîtiya lê hat kirin, şermezar kirin.
Li bajarê Sîegen ê Elmanyayê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî semînerek hate lidarxistin û li fîlm hate temaşekirin.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Pakîze Nayir ve hate organîzekirin û kuştina jinan a li Ewropa û çar aliyên cîhanê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de li dijî kuştina jinê û şîdetê bang hat kirin ku bi şiyara “Ji bo têkbirina dagirkerî, xwebûn” jin xwe bi rêxistin bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN