Endamên 3 koperatîfên çandiniyê yên jin piştî ked û xebata salekê, bi ruhekî hevbeş berhemên xwe diçinin û aboriya civakî xurt dikin. Komîteya Aboriya Jin a girêdayî Kongreya Star di destpêka mûsima çandiniyê ya sala 2017′an de, li derûdora Dêrikê û gundên Beravê 600 hektar erd li ser 3 koperatîfan belav kir, da ku berhemên genim, ceh, nîsk û kizbera lê biçînin. Armanca ji vê yekê xurtkirina aboriya jinê û ya civakî ye. Piştî xebata hevbeş a çandin, paqijkirin û dermankirina erdên çandiniyê ku salekê dom kir, endamên 3 koperatîfên çandiniyê yên herêmê Dêrikê berê xwe dan zeviviyên genim, ceh û nîsk ku berhemên xwe bi ruhekî hevbeş diçinin. Endama koperatîfên çandiniyê Fatma Mihemed da zanîn ku ew bi saya projeyên çandiniyê yên jinê, aboriya civakî  xurt dikin. Dayîka Heyat Ehmed jî anî ziman ku mûsima ku îro tê rakirin, berhema keda hevbeş a jinan e û got: “Jin bi xwezayê ve pir girêdayî ye.” Endama Rêveberiya koperatîfên jin Emîne Haco jî diyar kir ku di destpêka sale de Komîteya Aborî 600 hektar erd (li herêma Koçeratan 200 hektar ceh û 100 hektar genim, bajarê Dêrikê 90 hektar genim, 60 hektar nîsk û li herêma Beravê 100 hektar nîsk û kizbera hatin çandin) ji bo 3 koperatîfên jinê hatin veqetandin. 


ANHA/DÊRIK