ŞIHAB EL-EHMED / ANHA / QAMIŞLO
Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ya Herêma Cizîrê di meha Îlonê de bi armanca aktîfkirina rola jinan li gundewarên navçeyê, komîn ava kirin.
Kongreya Star li gundewarên navçeya Til Hemîsê xebatên xwe bi destpêka meha Îlonê re zêde kirin û dest bi avakirina komînên taybet ji bo jinan kir. Heta niha 73 komînên taybet bo jinan li 4 bajarokan (Ebû Cirin, Til Ehmed, Ukaz û Ceza) bi armanca birêxistinkirin û zanakirina jinan ava kirin.
Têkildarî mijarê endama rêveber a Kongreya Star Ferdos Setam got: "Di meha Îlonê de me dest bi aktîfkirina komînên jinan kir. Bi vê mebestê semînerên li ser zewaca di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, pirjiniyê li gundan, hatin dayîn."
Ferdos dest nîşan kir ku 73 komînên nû, aktîf kirine û komîteyên girêdayî komînan wekî komîteyên parastin, tenduristî, aborî û perwerdeyê hatin avakirin. Ev hizra avakirina komînên taybet ji bo jinan, jinên gundan jî pejirand û diryar kir ku bi rêya komînan dê rola xwe di civakê de bilîzin da ku pirsgirêkên xwe bi rêya komînan bigihînin Kongreya Star.
Xwe li astengiyan nagirin
Her wiha Ferdos diyar kir ku di destpêkê de li hindek gundan rastî gelek astengiyan hatine û got: "Ji ber ku hin gund hîna jî bi kevneşopiyên civakê ve girêdayî ne, em li rastî gelek astengiyan hatin. Lê bi rêya nîqaş û şîrovekirina têgeha rêziknameya jinan, me rola jinan aktîf kir."