Jinên Kurd ên di salên 1990’î de bi zora dewletê ji Kurdistanê koçî Îzmîrê kirin, di nava şert û mercên dijwar de çand û kevneşopiyên xwe diparêzin. Li navçeya Kadifakale ya Îzmîrê ku herî zêde Kurd lê dijîn, jinan li tenişta kelehê tevn danîne û bi dezgehên tevnê xalî û berikan çêdikin. Jin bi van tevn û dezgehan hem çanda Kurdî diparêzin û hem jî debara xwe dikin. Jinên Kurd ên nêzî kelehê ji serê sibê tên ber kelehê û tevnan dihûnin. Jinên li vir tevnan li dar dixin, hem sohbet dikin û hem jî şêwirmendiyê xurt dikin. Jinên ku çanda xwe zindî dikin bi dilxweşî vî karî dikin. Jinên ku li vir tevnê datînin ji van tevnan çente, tûr û alavên destan çêdikin. 

Jin di motîf û fîguran de herî zêde rengên kesk, sor û zer dineqişînin. Dîsa evîna xwe ya Kurdistanê bi van neqiş û rengan aş dikin. Jin hem çanda xwe diparêzin û hem jî evîna li hemberî axa Kurdistanê nû dikin. 


Çanda xwe fêrî zarokên xwe jî dikin

Jina 46 salî Hezna Gokalp, diyar kir ku wan di salên 1990’î de ji ber zilma dewletê ji gundê xwe koçî Îzmîrê kiriye û ew ji pîr û dayika xwe fêrî tevnê bûye. Gokalp da zanîn ku ew bi vê tevnê çand û nirxê xwe diparêze û hem çandê zindî dike hem jî fêrî zarokên xwe dike. 


Him debara xwe dikin him jî çanda xwe diparêzin  

Gokalp, da zanîn ku ev 16 sal in hem çanda xwe diparêze û hem jî bi van tevnan debara xwe dike û wiha axivî: “Em bi van tevnan qilifên kuran, cil, çente û amûrên din çêdikin. Dema em li gund bûn me tevn ji hiriya berx û pez û mûyê bizinan çêdikir. Lê niha em ji tayê fabrîqeyan çêdikin. Tevn çanda Kurdan e û diyariya çanda Kurdan a ji bo jinan e.” 

Jina 57 salî Zubeyde Dagtekin jî anî ziman ku ev 17 sal in bi çêkirina tevn û berikan çandê diparêze û bi vê çandê debara xwe dike. Dagtekîn, anî ziman ku bi van tevnan çênte û tûrikan çêdike û wiha peyivî: “Tevn, diyariya dîrokê ya ji bo jinan e. Dîrok û çanda me ev nirx dîyarî me kirine. Min hemû alavên mala xwe ji tevnê çêkirin. Min bi xwe ew neqişandine û afirandine.” 


 DÎHA/ ÎZMÎR