ŞÎWA QELWAZÎ
Li Rojhilatê Kurdistanê jin roj bi roj ji civaka kevneşopî berê xwe didin pergala moderniteya kapîtalîst.
Rejîma Îslamî ya Îranê ku li ser bingeha olî xwe saz kiriye, qanûnên derbarê jinê de jî di vê çarçoveyê de xistiye meriyetê û bi vê yekê gelek mafên jinan asteng kirine.
Rejîmê, piştî şoreşa Îslamî, bi rewşa jinan di çarçoveya hakîmiyeta îdeolojîk a Îslamî de daket. Bi vê nêzîkatiya siyasî û dinî, tiştekî ku bide jinan nebû û berovajî pêşketinê, mafên jinê bi paş ketin. Sîstema nû ya rejîmê, bindestiya jinê ferz kir. Jin, di jiyana xwe ya taybet û jiyana civakî de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man.
Zilm û zexta cinsî ku jin di nav civakê de lê rast dihat, bi awayekî qanûnî kete meriyetê, li ser jinê hate ferzkirin. Jiyana hemû jinan li gorî van qanûnan hate sînordarkirin.
Sîstema fermî li Îranê baviksalar e
Weke di şewazê van qanûnan de jî xwe dide der, di rastiyê de “Şoreşa Îslamî” ya Îranê şoreşeke baviksalar e. Rejîm, bi awayekî îdeolojîk û polîtîk nêzî jinê dibe. Sîstema baviksalarî bi hev re radihêje netewperestî û olê û bi vê yekê naveroka azadî û azadîxwaziyê pûç dike, li gorî pîvanên rejîmê berovajî dike. Cihê jinê di nav civakê de li gorî kevneşopiyên civakê weke dayîk an jî hevjîn hatiye destnîşan kirin û nêzîkatiya mezhebî jî li ser vê hatiye zêdekirin.
Sîstema baviksalarî bi giştî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kokê xwe qewîm kiriye, Bi vê yekê gelek polîtîkayên xwe weke kevneşopiyek di nav civakê de dane rûniştandin û hiştiye ku civak vê rola wê daye jinê, bêyî lêpirsînê, qebûl bike û asayî bibîne.
Jin sîstema baviksalar pûç dike
Lê tevî van xalên neyenî hemûyan, jinê ev sînorê ku ji wê re danîn, qetandiye. Berojavî van astengiyan, meydana ku jin herî zêde karibe xwe bi pêş bixe jî meydana civakî ye. Jin dikare hêza xwe di gelek warên jiyanê de bi şêwazên cuda bîne ziman. Van zextên sîstemê qebûl nake û pirr eşkere nebe jî bi awayekî zirav û bi zanebûneke kûr pergala baviksalarî û olî ya dijwar dixe ber lêpirsînê û di warê pratîkî de wê pûç dike. Newekhevî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwe dide pêş, lê belê tevî aliyên neyenî tişta herî baş ew e ku di gelek beşan de asta perwerdeyê ya jinan bi mêran re wekhev e. Li dibistanan jî asta serketina jinan bilindtir e. Rejîmê tevlîbûna jinan a perwerdeyê û serketina wan ji xwe re xeterek dibîne.
Rêbaza sîstemê: Nedîtîkirina jinê
Rejîm dijbertiya xwe ya jinê di sîstema perwerdeyê de jî bi cîh dike.
Di pirtûkên dibistanan de jin li şûna ku weke kesayeteke bi hêz û azad were nîşandan, zêdetir, tenê weke dayîk, xwişk û hevjîn yan jî temamkerê mêr tê nîşandan. Sîstema perwerdeyê newekheviya jin û mêr bi awayekî weke taybetmentiyeke xwezayî, nîşan dide. Bi vê yekê, mêr weke berpirsyarê malê, kesê malê xwedî dike, penase dike. Tevî ku ewqasî behsa kesayetên bi hêz yên mêr dikin, kesayetên jin yên di meydanên siyasî, civakî, zanistî û çandî de xebat kirine û karibin di vê mijarê de ji nifşên nû re bibin mînak, nayên ziman.
Siyaseta cihekar ya rejîma Îranê di sîstema perwerdeyê de bi berfirehî xwe dide der. Ji ber ku di zanîngehan de hêjmara jinan ji ya xortan zêdetir bû, di bin navê ku rêjeya jin û mêran wekhev bike, tevlîbûna jinan a hin beşan qedexe kir. Ev rastiyek e ku tevlîbûna sîstema perwerdeyê ya jinan di heman demê de tevlîbûna wê ya nava civakê ye. Bi awayekî sembolîk be jî derketina jinan a ji nava çar dîwarên malê, xwedî wateyeke mezin e û xizmetî bipêşketina jinê dike.
Weke mînak, ji ber ku jinan salên xwe yên perwerdehiyê dirêj kirine, ev pêşiyê digire li zewaca temenê piçûk jî û rêjeya zewacên di temenê piçûk de kêmtir dibe. Dema jin salên dirêj dixwînin, dereng dizewicin, hêjmara zarokên ku tînin dinê jî kêmtir dibe û ev jî dihêlê ku malbat piçûktir be.
Tevlîbûna jinê ya perwerdeyê feraseteke nû ya jiyane afirandiye ku ji bo jin di civakê de serbixwe be, divê heta astekê bixwîne. “Rejîma Îslamî” ev şewaza nû ya jiyanê ku jin berê xwe didiyê jî ji xwe re weke metirseyeke mezin dibîne.
Li warên din yên jiyanê jî jin di rêjeyeke bilind de cîh digirin. Bipêşketina asta perwerdeya jinan hiştiye ku qabiliyeta jinan di warê aborî de jî bipêşkeve, îro bilindbûna hêza jinan mijareke girîng e. Asta beşdarbûna jinan a di meydana aborî de ji bo bipêşxistina aboriya welet jî bi roleke girîng radibe. Tevî van bipêşketinên berbiçav jî jin li cihên ku kar dike rastî newekhevî û cihekariyên mezin tê. Ji bo jin nikaribe tevlî meydanên aboriyê bibe, hin qanûn hatin derxistin. Her weha terfînekirina jinan, newekheviya heqdest û saetên xebatê, nebûna derfetên wekhev ji bo karên wekhev, di biryaran de beşdarnebûna wekhev, zêdebûna rêjeya bekariyê, sînordarkirina karê jinan a di nav civakê de û hwd. tenê çend mînakên vê cihêkariyê ne ku jin pê re rû bi rû ne.
Tevî ku jin cewherê jiyanê ye, di civakê de weke metirsiyeke mezin tê dîtin. Li dewsa ku di hemû warên jiyanê de cîhê xwe bigire, wê dikin rewşeke wisa, mîna ku li jiyanê têmaşe dike.
Yek ji armanca têgihiştina sîstema baviksalarî ku bi pîvanên dewleta baviksalarî di civakê de xwe dide der, astengkirina daxwaza demokrasî û azadiya civakê ye.
Hemû hewldanên rejîma Îslamî ji bo wê ne ku jinê bi paş ve bikşîne û hêza wê têk bibe. Tevî ku di bin zextên polîtîkayên rejîma Îranê ya zilam de be jî jin vê newekheviyê û têgihiştina ku li ser wan tê ferzkirin, qebûl nakin.
Di asteke jor de bi tevlîbûna xebatên spor, çand muzîk, stran û qadên aboriyê, bi şêwaze girêdana laçikên ku li ser wan tê ferzkirin li dijî vê sîstema rejîmê derdikeve. Ew siyaset û îdeolojiya dagirker a rejîmê û zextên ku rejîmê li ser wê ferz dike, qebûl nake û li dijî wan têdikoşe.