Rojavayê Kurdistanê Kurd bi parastina çanda xwe tê naskirin. Li gelek gundan xebatê çandê tên meşandin û ji va gundan yek jê jî gundê Sermesax ê Girkê Legê yê. Jin bi muzîk û dengê xwe yên zîz bandorê li ser gund dikin.  Yek ji van jinan jî hunermend Cengê ye ku di Koma Serhildan de cih digire. Cengê di nava şerê ku pêk tê de li gel hemû zor û zehmetiyan vîna jinên Kurd nîşan dide.  

Hunermend Cengê der barê huner û zehmetiyên ku dijî de axivî. Cengê diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi dengê xwe hunermend buye û got: "Dengê her kesî xweş e. Lê her kes ev hûnera xwe zêde pêş naxe û wekî pîşe nagire dest. Bi min re ev yek cuda pêş ket. Min ev yek weke hebuna xwe bi nav kir. Ez muzîkê ji bo xwe wisa dinirxînim. 


'Dayika min alikarî da min'

Hunermend Cengê got wê di sala 2008'an li Navenda Çand û Hûnera Kurdî dest bi xebatên çand û hunerê kir û ya herî alikarî da wê jî dayika wê bû. 

Cengê anî ziman ku ji bo perwerde li ser hunerê bibinê gelek astengî dîtiyê û axaftina xwe wiha domand: "Me bi awayekî veşartî hunera xwe dikir. Lê piştî Şoreşa Rojava, êdî hunera me jî pêş ket û me li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir." 


Di şoreşê de hunera jinan 

Cengê behsa têkoşîna jinên Kurd a di nava şoreşê de kir û wiha axifî: "Jinên Kurd xwediyê vînek mezin in. Dema bi vîna xwe jî tevbigerin tu tişt nikare li hemberî wan bisekine. Jinên Kurd di nava hemû astengiyan de xwe ji nû ve diafirînin. Ev yek jî bi şoreşê carek din derket pêş. Jin bi pêşengiya xwe di cîhanê de bûn mînak."

Dayika Cengê jî der barê huner û astengiya ku keça wê jiyan kiriye de hestên xwe anî ziman û got: "Tişta ku wê dide pêş jî hezkirina wê ya li hemberî hunerê ye. Keça min bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Li gel van hemû astengiyan jî keça min bi şoreşê derketinek mezin pêk anî. Ez ji ber têkoşîna keça xwe ya ji bo hunerê heta niha daye pê serbilindim."


ROKSAN EFRÎN/JINHA/GIRKÊ LIGÊ