
Komek jinên ciwan ên navçeya Şarezûrê bi armanca bal kişandina ser çanda xwendina pirtûka, pêşangehek pirtûkan vekirin. Jinên ciwan diyar kirin pişangeha wan rastî eleqeyek zêde ya ciwanan û bi taybetî jinên ciwan tê. 40 jinên ciwan di çarçoveya pêşangeha pirtûkan de 3 mehin xebatê dimeşînin.
Rêvebera Koma jinên ciwan Ronak Îbrahîm têkildarî kar û xebatên xwe ji ajansa me re axivî û got: “Li gel li sînorê navçeya Şarezûr hejmara ciwanan gelek zêdeye jî, lê mixabin rojane em dibînin hejmarek kêm pirtûk dixwînin û serdana pirtûkxaneyan dikin. Li gor lêkolîna ku koma me kirî tê dîtin ku sal bi sal rêjaya xwendinê kêm dibe û ber bi kêmbûnê ve diçe.”
Rêjeya xwendinê kêm dibe
Ronak Îbrahîm di axaftina xwe de behsa rêja xwendina pirtûkan ya salên 2015 û 2016’an kir û got: “Li gor bilançoya ku me ji pirtûkxaneya giştî ya navçeya Şarezûr wergirtî; di sala 2015’an de zêdetirî 4 hezar kes serdana pirtûkxaneyê kirine û daxwaza pirtûkan kirine. Lê di sala 2016’an de ji wê rêjeyê 400 kes kêm bûne. Her wiha ewa ku em zêdetir xemgîn kirin jî di serdana pirtûkxaneyan de kêmbûna jinên ciwanin.”
Armanca pêşxistina çanda pirtûka ye
Her wiha endama koma jinên ciwan Dilniya Rizgar jî têkildarî kar û xebatên xwe wiha got: “Me wek komek jinên ciwan yên navçeyê, ji bo pirtûkxwendinê weke çandek pêşbixin, avakirina vê komê girt ser xwe. Her wiha ji bo hişyarkirina ciwanan a ji bo xwendina pirtûkan em weke erkekê li ser milê xwe dibînin.”
Dilniya Rizgar anî ziman ku ji bo vekirina pêşengehên pirtûkan festîvalên ku tên lidarxistin ji bo wan firsendên başin û got: “Bi vê yêke ji bo em di navbera ciwanan û xwendevanên pirtûkan aştiyekê çêbikin hêsankariyek çêdibe.”
Endamek din ya koma jinên ciwan Sîver Enwer jî wiha got: “Piştî avabûna koma me, em dibînin dikin ku ji bo xwendina pirtûkan tevgerêk ketiye nav ciwanan û bitaybetî jî jinên ciwan.”
Sîver Enwer ji jinên ciwan yên navçeya Şarezûrê daxwaz kir ku ji bo xwendinê weke çandek lê bikin, serdana koma wan bikin.
HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / ŞAREZÛR