Komîteya Dîplomasiyê ya Înîsiyatîfa Jinên Suriyê ku 2 meh beriya niha hatibû avakirin, bi armanca danasîna înîsiyatîfê û armancên wê xebatên xwe didomîne. Şandeyek ji komîteyê bi vê armancê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çû sedana endamên jin ên partiyên siyasî û rewşa jinên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxandin. Şandeya înîsiyatîfê ku çûn serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) û Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, armancên înîsyatîfê bi endamên jin ên partiyan re parve kirin.
Di serdanê de hate gotin ku wê înîsiyatîf bibe sîwana hemû jinên Rojava û Suriyê û mafên hemû pêkhateyan biparêze.
Endamên şandeyê her wiha diyar kirin ku ew ê di demek nêzîk de bi beşdariya jinên ji hemû pêkhateyên herêmê kongreya duyemîn a înîsiyatîfê lidar bixin. Hate diyarkirin ku wê di kongreyê de derbarê mafên jinan de ji bo ku di makzagona Suriyê de cîh bigirin, zagonên nû werîn pêşniyarkirin.
QAMIŞLO